Serrûpel Nivîskar Sînorê Kurdistanê û hizbayetî

Sînorê Kurdistanê û hizbayetî

Belav bike

Wê helwesta siyasî ya Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê Barak Obama beramber pêwîstiya parastina Kurdistanê nîşan da, hemû berevajî wê bêdengî û redkirina alîkarîkirinê bû, ku li beramber hikûmeta Nûrî Malikî û opozisyona Sûriyê nîşan da. Ev yek jî wek serketineke gellekî mezin bo siyaset û deplomatîka Kurdistanê tê tomarkirin.

Beşekî gellek ê hokara dirustbûna ezmûna Herêma Kurdistanê, herwiha berdewamiya man û geşbûna wê, bi sedema guncawbûna wê bû ligel nerînên nû yên siyaseta cîhanê û aramkirina welatên derdorê, piştre jî dirustkirina pêwendiyan ligel wan, herwiha pêşxistina wan pêwendiyan jî.

Ewe bijardeya dîrokê û nerîna cîhanê bo herêma Kurdistanê, di wêneya wê ya giştî de. Lê pirsa mezin a ku rojane dibe ewe ku gelo helwesta kirdeyî û leşkerî ya Amerîkayê biçûktir e ji helwest û piştgiriya wê ya siyasî?

Pêwîst e em wê yekê li ber çav bigirin ku Obama yek firoka xwe bo Iraqê ranekir, lê bo Kurdistanê firokên cengî firandin û roja şemiyê dûbare kir ku dema wê êrîşa ezmanî ya li Kurdistanê bo ser DAIŞê ne diyarkirî ye, wate bi demê ve ne girêdarî ye, lê belê bi metirsiya DAIŞê bo ser Kurdistanê ve girêdayî ye.

Lê tiştê ku tê têbînîkirin, pêwîst bû xema Kurdistanê ew sînor bana, ku piştî êrîşên DAIŞê bo ser bajarên sunnenişîn, di encama şikestina artêşa Iraqê û pêşrewiya pêşmergeyan de diyar bûn. Niha ligel bilindbûna vînê û heta radeyekê xwerêxistina pêşmergeyan û ketina vîna DAIŞê û kombûna piştgiriya cîhanê bo Kurdistanê li beramber DAIŞê, lez li girtina hemû cihên parêzgeha Mûsil û Diyaleyê, bi taybetî jî Şengalê, gellekî girîng e, çiku tiştê ku tê têbînîkirin, Amerîka ti derfetekê di berjewendiya hiştina yekbûna Iraqê de ji dest xwe bernade, di her bûyer û guhertinekê de jî, zimanekî guncaw ligel wan bûyeran bikar tîne. Lê bi amanca yekparçehiştina Iraqê di van sînorên nû de bikar tîne. Lewma jî, dibe arezûyeke Amerîkayê hebe, ku wek berê hêza hevbeş ji pêşmergeyan û artêşa Iraqê, li navçeyên sînorî yên madeya 140 dirust bike. Ev yek jî dibe vegera Kurdistanê bo qonaxa berî kontrolkirina wan navçeyên kurdistanî. Ew jî bi kurtî dibe şikestineke mezin bo Kurdan, lê çespandina defaktoya wan sînoran li wan navçeyên ku pêşmergeyan piştî şikestina artêşa Iraqê kontrol kiribûn, çespandina wê jî di danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, ji aliyê îdarî û budceya Iraqê ve, dibe serketineke herî mezin bo gelê Kurdistanê.

Ew hewla kudetayê ku Malikî pêk anî, derfet û piştgiriya bêhtir a Amerîka û cîhanê dide pêşxistinên cografî yên bêhtir bo Kurdan, bo parastina aramiyê li firehtirîn cografyaya Iraqê ji metirsiya DAIŞê. Di heman demê de jî Iraq û ligel wê jî Kurdistan dikevin ber metirsiyeke bêhtir a DAIŞê, çiku hatina DAIŞê bo nav Iraqê di bingehê de, ji encama wê hevahengiyê, têkdane bû, ku Malikî di proseya siyasî û rêveberiya Iraqê de kir.

Lê tiştê ku Kurdan ji amancên wan ên mezin dûr dixîne, ew hizbayetî ye, ku di vê dema hestyar de dibe. Bi taybetî ew lîstika siyasî ya ji 3yê vê mehê ve, piştî girtina Şengalê ji aliyê DAIŞê ve, li ser azarên Kurdên Êzdî dibe ji bo qezencên hizbî. Ev yek jî bi taybetî ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê  PKK ve, ji aliyê hemû baskên wê ve pêk hat. Bi wê mebesta ku wek wan digot “PDK bi mêvanî here Şengalê ne ku wek xwedî.”

Bi xelkên Kurdistanê xweş e ku dîmena yakbûna neteweyî di nexweşiyan de dibîne, ew vîna neteweyê Kurd bilind dike, lê dibîne azarên beşekî ji Kurdan ji aliyê hizbekê yan çend hizban ve bo qezencên hizbî tên bikaranîn, dil ji vê yekê jî dimîne.

Tiştê ku medyaya PKK di çend rojên borî de kir, ji wê yekê pêk tê ku PDK wek şikestî nîşan bide da ku xwe serketî nîşan bide û qezenca hizbî bike. Herwiha bo wê yekê bû ku serkirdayetiya PDK wek xemsar bê dîtin û gellek caran jî digotin xayin û şengalfiroş. Ew jî helwestek bû, wek mînak bi giştî berevajî helwesta   partiyên rojhilatê Kurdistanê bû, ku pêşmergeyên wan bo parastina xelkên başûrê Kurdistanê çûne bereyên şer û êrîş kirin ser DAIŞê û dîlên DAIŞê jî li cem wan hebûn û ew radestî wezareta pêşmergeyan kirin, ti kar nekirin bo şikandina siyasî û cemawerî ya partiyên başûrê Kurdistanê.

Niha di van bûyerên bilez de, ku li Iraq û navçeyê diyar dibin, derfeta hinek metirsiyan in bo Kurdan, lewma jî bîbirina amancên mezin, siyaseta kurdî ya mezin dike û digihîne asta qonaxê, lê hizbayetiya niha jî têk dibe.