Serrûpel Nûçe Êzîdî dixwazin ji Kurdistanê koç bibin

Êzîdî dixwazin ji Kurdistanê koç bibin

Belav bike

Êzîdiyan her wiha daxwaz kirine ku Nêçîrvan Barzanî riya Koça Bi Kom ji wan re veke (Hicra Cemaî).

Yek ji kesayetiyên Kurdên Êzîdî ku ew jî di nava şanda Êzîdiyan bû ku ligel serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya, beşdarî bultena nuçeyan ya Rûdawê bû û got, belê em dixwazin ji Kurdistanê derkevin û biçin Emerîka û Ewropa ji ber ku li Kurdistanê jiyana wan di xeterê de ye.

Nêçîrvan Barzanî jî soz daye wan ku ew li Kurdistanê werin parastin û çi bikeve ser milê hikûmetê bike.