Serrûpel Magazîn Televîzyona RÛDAW, NRT-TV “xiste kehrîzê“

Televîzyona RÛDAW, NRT-TV “xiste kehrîzê“

Belav bike
Rengîn Şero li Hewlêrê dimîne, û Dilşad Mella jî hîn li Silêmaniyê li ser karê xwe ye, plan dikin ku bi hev re li Hewlêrê bijîn.

Piştî nîşan û şahiya wê, cerdonekî mezin kete mala Rengînê. Hevaleke wê û zavayê nû li mal bûn, bi hev re rabûn û bi pey cerdonê, ku bîst mişk jê çêdibûn, ketin dane şopa wî, ha li vir û ha li wir, nikaribûn, bigirin. Cerdon kete kehrîzê. Vê carê bar kete ser milê zavayê nû, lepik xistin, destê xwe, milê xwe rakir û xwest îspat bike ku ew dikare dawiya Cerdon bîne, lê nikaribû bi serkeve, li dawiyê serê sibê zû gazî Îtfaiyê kirin û ekîb hat û kanalîzasyon vekirin û dawiya dawiyê dîtin ku Cerdon di pişt dolaba kincan de miriye.

Bûka me ya nû ku ew jî weke gelek jinan ji mişk û cerdonan ditirse, nefeseke dirêj kişand û qehremaniya zavayê xwe dîtin, dema ku bi teriya Cerdon kişand û avête teneka gemar.

Pîroz be!