Serrûpel Nûçe “Kuştin û nav lê kirin şehîd“

“Kuştin û nav lê kirin şehîd“

Belav bike

Malbata wî û bi taybet bavê wî bawer nake û dibêje, li wê derê şer tune bû, û kurê wî bi destê YPG hatiye kuştin, ji ber ku dema ku ew çûbû li kurê xwe bigere, rayedarên YPG ji wî re gotibûn ku kesek bi wî navî li cem wan tune ye. Carekê dema ku dîsa çûn cem YPG li kurê xwe pirs bike, bi dengê bilind gazî kurê xwe kiribû, kurê wî dengê bavê xwe bihîstibû, kurê wî di odeyekê de girtî bû û bersiva bavê xwe dabû, bavê wî kiribû hawar û xwestibû kurê wî bidin, lê kurê wî nedan û li pêşiya çavên bavê wî li Ehmed dabûn, ew îşkence kiribûn û ji bavê wî xwestibûn ku ji wir biçe, bi zorê ew qewitandibûn.
Piştî çend rojan ji wê bûyerê cenazeyê Ehemd Mehmûd anîbûne Kobanî û gotibûn ku ew şehîd ketiye. (El Kurdiye)