Serrûpel Nûçe DAIŞ otomobîla Mele Bextiyar da ber gulleyan

DAIŞ otomobîla Mele Bextiyar da ber gulleyan

Belav bike


Berpirsê desteya kargêr ê YNK`ê Mela Bextiyar piştî bûyerê da xuyaniyek da û da xuya kir ku; Îro dema ew ji erkek teybet ji Xormatu vedigeriyan, ji aliyê çeteyên bi ser rêxistina terorê DAIŞ ve ne rastî gulebarankirinê hatin û diyar kirin ku pevçûna rûda li ser qadeke nêzê 500-600 metre de berdewam kir.

Mela Bextiyar wiha berdewam kir û got; Di encama êrişê de pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû, her wiha otombêla me rastî zirarê hat, û da xuya kirin ku ji vir û pê ve derfeta ku terrorist li Kurdistanê û Êraqê bimînin nemaye û ev bûyer yek ji tewanên wan ên hovin û dê Kurdistan û Êraqê ji qirêja terorê bêne paqij kirin. Pukmedia