Serrûpel Nûçe Li ser PKK-YPG çi got?

Li ser PKK-YPG çi got?

Belav bike

Barzanî di hevpeyvîna xwe de ligel rojnameya tirkî Milliyet got, „Dema ku DAIŞ Mûsil bi dest xwe ve anî hemû pere, çek û tiştên artêşa Iraqê ji xwe re birin dest danî ser. Ev jî ji bo DAIŞ bû moraleke mezin, me hew dît ku sînor me bi DAIŞ re bû 1.100 km.

Hinek kes DAIŞ weke rêxistinekê dibînin, lê di rastiyê de DAIŞ, bi îmkanên xwe, bi perwerdeya xwe ya eskerî, bi dîsîplîna xwe, weke dewletekê ye, stratejiya wê ya eskerî heye heye…“

Barzanî wiha got, ji bo Îraqê êrîşa DAIŞ li ser Mexmûrê gelekî xeter bû, lê ji bo hîn jê xetertir dagîrkirina bendava Mûsilê bû, me ew jî paş ve vegerand.

Li ser amadekariya pêşmergeyan serokwezîr Barzanî got:

„Ez nikarim bêjim di warê organîzasyonê de, pêşmergeyên me mukemmel bûn, ji ber ku piştî 2003 her kes di wê nêrînê de bû ku êdî li ser vê cografyayê şerê eskerî çênabe, em jî weke Kurdan,  piştî salên dûr û dirêj ji şer me xwest êdî welatê xwe ava bikin û me xwest êdî însanên me jiyaneke hîn xweştir bijîn, em nedifikirîn wê şer çêbibe, pêşmerge jî bêhtir ji bo parastina ewlekariya navxweyî bû. 

Em wiha difikirîn ku parastina axa Iraqê erkê hikûmeta navendî ya Iraqê ye, ne ya pêşmerge..“

Barzanî got, êdî divê ew xwe li dijî êrîşên derve baş amade bikin.

Li ser beşdarbûna PKK di şerê li dijî DAIŞ de serokwezîr wiha got:

„Hinek tê mezinkirin, lê belê rast e, beşdar bûn. Ev vê bêjim ew PKK bûn, YPG bûn, Eger YPG perçeyekî PKK ye, raste PKK alîkarî kir, eger ne perçeyekî PKK ye, wê demê ji Kurdên Sûriyê YPG alîkarî kir. Eger alîkariya wan neba jî, wê xelkê kampa Mexmûr, parastina kampê bikirana.


Li ser pirsa PKK û Tirkiyê Barzanî wiha gto:

 

Rewşa PKK hinekî cuda ye, Pirsgirêkeke PKK ligel Tirkiyê heye, ew dixwazin ew pirs bi awayên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, ew di nava sînorê Tirkiyê de.
Pirsa Kurd li Tirkiyê, di sînorê Tirkiyê de û pirsa Kurd li Sûriyê jî di sînorê Sûriyê de divê were çareserkirin…“

Li ser hewlwesta Tirkiyê û alîkariya ku ji bo başûrê Kurdistanê û koçberan pêşkêş dike, Barzanî got:

Tikriyê alîkariyên însanî şandin, lê hêviyên me hîn zêdetir bûn, nabêjim alîkariya Tirkiyê têrê dike, em dizanin pirsa rehîneyan ji bo Tirkiyê gelekî girîng e, em vê yekê baş têdigihên, divê Tirkiyê, tehdîda stratejîk ya ku DAIŞ çêdike, biçûk nebîne,

Barzanî diyar kir DAIŞ li ser Tirkiyê jî tehdîdeke û divê Tirkiyê vê meseleyê cidî bigire, serokê DAIŞ xwe weke xelîfeyî Mislimanan bi nav kir, Tirkiyê jî di nav de ye. DAIŞ ji bo hemû herêmê tehdîdek e.

Li ser rehîneyên konsolxaneya Tirkiyê li cem DAIŞ Barzanî wiha got:

Şeva ku bûyerê li Mûsilê qewimîn, ez çend caran ligel birêz Davutoglu axifîm. Ji me xwest ku haya me ji wan rehîneyan hebe. Min du caran telefonî konsolosê Tirkiyê kir û pirsî ka em dikarin çi bikin. Min pêşniyar kir ku em wan rizgar bikin. Konsolos got rewşa wan başe û pêwîstî bi alîkariyê tune ye. Tu ya rast bixwazî em ecêb man, ez texmîn dikim ku konsolosê giştî şaşiyek di têgihiştina rewşê de kir.



Li ser çareserkirina pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê Barzanî wiha got:

„Di nêrîna min de divê Kurd û Tirk li rojên li pêş binêrin, ev pirs li Tirkiyê tê çareserkirin. Bêguman ev ne tiştekî rihet e, lê tiştê girêng ewe ku hedef diyar be, Tecruba min ligel serokomar birêz Erdogan, wê yekê nîşan dide ku bi awayekî taktîkî nêzîkî meselê nabe, hedefa wî bi rastî çareserkirin e.

Lê divê mirov objektîv be, divê berî her tiştî civak were amadekirin.

Barzanî got: Divê pirs 3 alî were gotûbêjkirin: Îmralı, Qendîl û BDP, pardon, navê wê yê nû çi bû: ? HDP. Divê her sê alî raste rast ligel Tirkiyê di pêwendiyê de bin.

Hevpeyvîn ji aliyê Aslı Aydıntaşbaş ve hate çêkirin