Serrûpel Nûçe 100 kes li Qamişlo hatine kuştin (Vîdyo)

100 kes li Qamişlo hatine kuştin (Vîdyo)

Belav bike

 

Li Qamiloyê Rojavayê Kurdistanê gundê Til-Hemîs bombebarana Dewleta Îslamî (DAIŞ) berdewam dike. Peyamnêrê Rûdawê li Qamişloyê radigihîne ku, her sê xulek carek hawanek ji aliyê Til – Hemis ber bi bajarê Qamişloyê tê avêtin.

 

Ferhad Hemo peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo radigihîne, serçaveyekî taybet ji nexweşxaneya Qamişloyê ragihandiye ku, hejmara kesên ku di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane 100 kesan derbas kiriye.

 

Her wiha peyamnêrê Rûdawê got, endamên DAIŞê gundêkî nêzîkî Til-Hemis abluka kirine û nahêlin tu kes jê derkeve.

 

Çavkaniyek ji Rûdawê re got, DAIŞ gefan bi kuştina hemû gundiyên ku dorpêçkirine dike ku heger hikûmeta Sûriyeyê bombebaranê berdewam bike.