Serrûpel Nûçe Hişyariyek ji Encumena Asayîşê

Hişyariyek ji Encumena Asayîşê

Belav bike


Encûmena Asayişê di daxuyaniyekê de ku îro 17ê Îlonê belavkiriye dibêje, piştî şikestinên yek li pey yek ên DAIŞê li eniyên şer, çekdarên wê ji aliyê derûnî ve şikestine û bêy hêvî biniyazin berê xwe bidin karên xwe yên tirsonek.

Asayişê aşkere kir jî ku, li gor zaniyariyên dawî yên dezgehên ser bi Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê ve, DAIŞ biniyaze, eger bikaribin, xelkên sivîl û cihên giştî li nav Herêma Kurdistanê ji xwe re bikin armanc.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê xelkên Kurdistanê piştrast dike ku ew dê bi hemû karîn û şiyanên xwe rêgirî li gihiştina metirsiyê li ser malê welatiyên Kurdistan bikin, herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku “Bi hişiyarî û çavên vekirî alîkariya dezgehên peywendîdar bikin ji her tevgerek cihê gumanê.”