Serrûpel Nûçe “Em naçin wir şerê PYD bikin”

“Em naçin wir şerê PYD bikin”

Belav bike

Piştî ku herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê rastî êrişên giran ên DAIŞê hat, dihat gotin ku hêzên Pêşmerge ji bo şerê li dijî DAIŞê çûne Kobanî.

Li ser vê yekê Fermandeyê Hêza Zêrevaniyê ya Pêşmerge Ezîz Weysî ji Rûdawê re got, pêşmerge neçûne Kobanî lê ji bo ku hêzên Pêşmerbe bikarin herin Rojavayê Kurdistanê divê rayedarên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê li hev bikin.

Ezîz Weysî anî ziman ku heta nia ew rêkeftin çênebe hêzên Pêşmerge nikarin derbasî Rojava bibin û wiha axivî:

“Eger PYD razî be em amade ne herin Rojavayê Kurdistanê biparêzin lê em bi serê xwe nikarin herin. Jixwe em naçin wir şerê PYDê bikin.”

Fermandeyê Hêza Zêrevaniyê wiha domand: “Divê em herin wir şerê dujmin bikin nek şerê PYD û YPGê bikin. Eger ew razî bin û bihêlin, her çiqas di şerê de ne jî lê dîsa emê bi hêzên Rojavayê Kurdistanê re herin û parastina wî beşê Kurdistanê bikin.”

Ezîz Weysî anî ziman ku ti hêzek ji Başûr ji bo şer neçûye Rojava eger hinek çûbin jî bi serê xwe çûne û ti fermandeke fermî ji bo wê yekê nehatiye dayîn.