Serrûpel Dosya “Tirkiya Xayîn!

“Tirkiya Xayîn!

Belav bike


Kî çi dibêje bila bêje, lê bêyî liberçavgirtina hinek fakt û rastiyên dîrokî dibe wiha bi hêsanî ew dadwerî bê kirin ku Tirkiyê pişta xwe daye Kurdan yan na? Yan di bingeh de gelo ti sozek hebû heta em bêjin Tirkiyê xayîntî li wê sozê kir?!

Gellek tişt hatin gotin ku hinek jê rast in. Li Sûriyê, Tirkiyê piştgiriya Cebhet El Nusre li dijî rêjîma Beşar Esed dikir. Dibe ku îro piştî parçebûna wan, hinek endamên Cebhet El Nusre di nav refên DAIŞê de bin. Niha jî Tirkiye ne poşman e ku piştgiriya El Nusre kiriye, ji ber ku wê El Nusre ji bo tiştekî û Artêşa Azad a Sûriyê jî ji bo tiştekî din bikardianî.

Bila ev wek berevaniya Tirkiyê neyê hejmartin, lê eger di destê Tirkiyê de ba, qet nedihişt ku DAIŞ êrişî Kurdistanê bike; gava DAIŞê êriş jî kir, diyar e hinek tişt di bin kontrola Tirkiyê de jî neman.

Sala 2011ê, gava ku Amerîka ji Iraqê vekişiya, PDK ku pêşî şêt û şeydayê Amerîkayê bû, hino hino ji Amerîkayê sar bû û berê xwe da Tirkiyê. Tevî ku bi temamî pişta xwe neda Îranê jî, lê di wê baweriyê de bû ku deriyê hêviyê Tirkiye ye. Lewma gihişt astekê ku Barzanî û Erdogan bi hev re stranan bêjin! Ev di wê demê de bû ku Tirkiyê destê xwe ji hikûmeta Şîe ya Bexdayê şûşt. Gotina “Kurdistan” ji bo cara yekemîn ji devê kesayetiya Tirkiyê ya herî astbilind li Amedê derket.

Ew hêvî peyda bû ku mezintirîn parêzerê Kurdistanê ji niha û pê de Tirkiye ye, ji ber ku piştî bûyerên Mûsilê jî, ku ji bo cara pêşî bê dilopek xwîn Kerkûk ketibû destê Kurdan, welatê ku divayabû gotinekê bêje û negot Tirkiyê bû. Vê yekê siyasetmedarên kurd di bûyerên dawî de xistin şaştiyê de. Ji ber ku heta niha jî Kurdan ji rastiya desthilata niha û berê ya Tirkiyê fêhm nekiriye, hêj beşekî zêde yê Kurdan cudahiya di navbera dewlet û hikûmetê de nizanin.

Çima Tirk li hewara Kurdistanê nehatin? Ev pirseke giring e. Lê gelo ti berpirsyariyeke wiha di stûyê Tirkan de bû, heta em îro bizanin ku ew xayîn in? Qey Amerîkiyan di 1974ê de ti sozeke nivîskî (ji xeynî nameyeke Kissinger) dabû Kurdan? Êdî çima Îran hat? Ev pirs di cihê xwe de ne. Lê ji sala 2011ê û vir ve bingeha siyaseta Amerîkayê ew bû ku PDK û Tirkiyê ji hev dûr bixe û tiştê ji destê wê hat kir. Piştî 2011ê, gava Amerîkayê têkçûna xwe li Iraqê ragihand û dosyaya wê radestî Îranê kir, wan herdu welatan dûvên xwe bi hevdu ve girêdan û armanc yekîtiya axa desthilatdarên Şîe bû!  

Di vê pirsê de Tirkiyê heyfa xwe ji Îran û Amerîkayê hiland. Lewma bi hênceta ku 49 welatiyên wê wek rehîne hatine girtin, xwe dûr kir. Tevî ku eşkere nabêje, lê Tirkiye dixwaze Iraq parçe bibe. Lê çêbûna vê baweriyê bi guherîneke bingehînî bû di nêrîna Tirkiyê de. Movika piştê ya wê nêrînê jî, guherîna Tirkiyê bû ji welatekî leşkerî bo desthilateke sivîl ku dixwaze “soft power” wê kar bike.

Bo guherîna desthilata leşkerî ya Tirkiyê gellek qurbanî hatin dayîn. Îro her rolek bi leşkeran bê spartin, damezrênerên Tirkiyeya nû pûç dibin. Lewma vêga Tirk nizanin çawa bi desthilata Kurdistanê bidin fêhmkirin ku hêviya dewleta kurdî ya serbixwe girêdayî helwesta wan bû derbarê kêmkirina rola artêşê li Tirkiyê û di eynî demê de guherandina rêjîma Sûriyê ku Amerîka bi daxwaza Îsraîlê naxwaze wê biguherîne.