Serrûpel Nûçe Fitweya Talankirina milk û malê xelkê Kobanî derxist

Fitweya Talankirina milk û malê xelkê Kobanî derxist

Belav bike

Cîgirê serokê desteya dadweriyê li kantona Cezîrê Xalid Îbrahîm di rûpela xwe ya Facebookê de ragihand, pêwîstî tiştên heram helal dike û got,  hejmareke pir kêm ji xelkê sivîl li Kobanî mane, ku di jiyaneke dijwar de dijîn û yên ku ji Kobanî jî derketin, li kolanên Tirkiyê jiayan xwe derbas dikin, bi gotina wî, mafê kesên mayî ye derbasî her male yan dikaneke girtî bibin û tiştê jêrê lazime ji xwe re bibe.

Helal kirina mal û mulkê xelkê sivîl yên koçberên Kobanî ji aliyê Cîgirê serokê desteya dadweriyê li kantona Cezîrê li cem hemwelatiyên rojavayê Kurdistanê di tora civakiya Facebookê de gellek raksyon bi xwe re û jê xwestin ku piştgîriya talan kirina malên xelkê neke.