Şêrzad Yezîdî, yek ji wan kesên gelekî tund tê hesibandin ku PYD-TEV DEM û PKK diparêze û kesên ku wan rêxistinan rexne dikin weke xayîn bi nav dike û her kesê ne ligel PYD be xayîn û xwefiroş dibîne.
Her wiha ew di nava PYD de xwediyê zimanekî tûj û zivir e.
Yezîdî sedema dest ji karkişandina xwe eşkere nekir, lê hinek jêderan diyar kirin ku di vê dema dawiyê de ew hate piştguhkirin û ew li derveyî hevîdtinan hîştin.