Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hevahengiya leşkerî dikin ji bo lêdana rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, DAIŞ, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê jî aşkere dike ku bernameya wan azadkirina hemû navçeyên Kurdistanî ye.
AVESTA KURD - Îro roja 4 şemê, balafirên şer Emerîka û hêzên hevpeyman, li gundê Helincê ku 4-5 kîlometran ji Kobanî dûre, bargehên DAIŞ bombebaran kirin û ziyaneke mezin gihandin wê rêxistinê. Lê heta niha encam ne diyar in.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku armanca êrişên pêşmerge bo kêmkirina metirsiya çekdarên DAIŞê li ser Kobanê hatiye dest pê kirin û herwiha bo azadkirina navçeyên li jêr destê DAIŞê .