Serrûpel Nûçe YPG di nava 4 rojan de 25 zarok revandin

YPG di nava 4 rojan de 25 zarok revandin

Belav bike

Çavkaniyeke taybet ji Serêkaniyê ku newxwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re da zanîn, ji dema ku  leşkeriya neçarî dest pê kiriye, 25 keçên ku temenê wan di navbera 12 û 14 salî de ne, ji aliyê hêzên Asayiş û YPGê ve hatine girtin.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê diyar kir ku birina zarokên temen biçûk bûye cihê nerazîbûna xelkê û malbatên wan zarokan.

Li gor heman çavkaniyê, 15 endamên malbatekê ku şervanên YPGê ne, gotine, eger zarokên wan neyên vegerandin, ewê dev ji YPG berdin ji ber wê jî ew zarok hatine vegerandin.

Çavkaniyê herwiha diyar kir ku dema malbatên zarokan nerazîbûna xwe diyar dikin û gefa derketina ji nav rêzên PYDê, YPGê û Asayişê dixon, zarokên wan tên vegerandin lê ew kesên bêdeng dimînin zarokên wan nayên berdan.

Apê keça bi navê Çîmen Sidîq Ehmed ya ku tê gotin ji aliyê Asayişa PYDê ve hatiye girtin, Stêr Ehmed jî Rûdawê re got, biraziya min bi zorê hatiye revandin çimkî ti pêwendiya wê bi PYD, YPG û YPJê re tinebû û tine.

Stêr Ehmed diyar kir ku birina bi zorê ya zarokan şêwaza DAIŞê ye lewma divê PYD vê karî neke û li şûna vê yekê zarokan biparêze û rê bide ew dersa xwe bixwînin.