Serrûpel Nûçe “Tu pêwendiya nûçeyê bi Rûdawê re tune ye”

“Tu pêwendiya nûçeyê bi Rûdawê re tune ye”

Belav bike
..AVESTA KURD – Di nûçeyeke malpera AVESTA de ku roja, 08.11.2014 bi sernivîsa “Di lîsteya gendeliyê de berpirsên bilind hene” hatibû belavkirin bi şaşîtî navê Rûdawê hatibû belavkirin, wiha hatibû diyarkirin ku ew nûçe ji malpera RÛDAWê hatiye girtin. Li cihê “Jêdereke piştrastkirî ji Amedê ji AVESTA  re diyar kir”, “Jêdereke piştrastkirî ji Amedê ji RÛDAWê  re diyar kir” hatibû nivîsandin, ne ji dûr ne jî ji nêzîk tu pêwendiya wê nûçeyê bi RÛDAWê re tune û ew nûçe ji Rûdawê nehatiye girtin. Nûçeyeke taybbet bi AVESTA bû, û jêdera ku ji AVESTA re behsa wê bûyerê kiriye, dîsa ne ji dûr ne jî ji nêzîk, tu pêwendiya wê ne bi Rûdawê ne jî bi karmendên Rûdawê re heye. Ji ber wê şaşiyê em lêborînê ji xwendevanên xwe dixwazin. (Edîtoriya AVESTA)