Serrûpel Nûçe Serokwezîrê Tirkiyê bi kurdî diaxife

Serokwezîrê Tirkiyê bi kurdî diaxife

Belav bike
Li wê derê Davutoglu got, Kobanî Pirsûs birayên hev in.

Di axaftina xwe de her wiha bal kişande ser wê yekê ku her du bajar wê her demê bira bimînin.

Serokwezîrê Tirkiyê diyar kir, wî li kampê 3 zarok dîtin, navê her siyan jî Afad bû, ev jî îşareta hezkirina Tirkiyê ye.

Davutoglu ji koçberan got, Înşallah wê rojekê Kobanî ji tehdîdan rizgar bibe û hûnê jî vegerin mala xwe, lê heta wê demê hûn mêvanên me ne û her yek ji we nûnerê Sûryê ye li Tirkiyê.

Serokwezîrê Tikiyê di axaftina xwe de ji koçberên Kobanî re got, xwedê Kobanî û xelkê Kobanî biparêze, Kobanî emaneteke dîrok ye li cem me û emê xwedî li wê emanetê derkevin.

Di dawiya axaftina xwe de Davutoglu bi kurdî got: Hûn bi xêr hatin xwîşk û birayên min.