Serrûpel Dosya Fetwayên Osmanî-Tirkiyê li dijî êzîdiyan

Fetwayên Osmanî-Tirkiyê li dijî êzîdiyan

Belav bike

Kî îro dizane ku Êzîdî heta şerê Çaldiranê yê di sala 1514 de li Ormiyê, Karsê, Antepê, Adiyaman, Erzerum, Elazîz, Amed, Heleb, Şamê, Batmanê heta Şingalê û gellek cihên din xwedî cih û war bûn? Kî qet navê eşîrên mezin wek Dasinî, Xaltî, Dunbelî, Dennayî, Mehmudî û gellek eşîrên din bihistiye ku gellek caran li dijî împeratoriya Osmaniyan û Farsan şerekî mezin kirine?

Kî dizane ku bi fermana Osmaniyan û Farsan heta sedsala 20an nêzîkî 1,8 milyon Êzîdî bi zorê misilman, him Sunnî û him Şîî, kirin e? Kî dizane ku nêzîkî 1,2 milyon Êzîdî di vê demê de hatine kuştin? Ev jî jenosîdeke hêdî, sîstematîk û zane bû. Êrişa dawiyê ya Osmaniyê di sala 1918an ji Merdînê heta Şingalê dom kir û dîsa qirkirineke mezin anîn serê êzîdiyan. Beriya vê jî, ji xwe hejmareke mezin Êzîdî ji Serhedê reviyan Ermenistanê. Împeratoriya Osmaniyê têkçû, lê êrişên li dijî êzîdiyan di komara Tirkiyê de hatin rawestandin? Bêguman na.

Ji xwe heta niha Êzîdatî wek oleke fermî qebûl nekirine. Di nasnameyan wan de xacek îşaret dikirin, an jî îslam û car cara jî “bêdîn” dinivîsandin. Di dema komara Tirkiyê de li ser navên eşîrên Kurd û tarîqetên misilman erîşeke civakî û psîkolojîk li dijî êzîdiyan destpêkir. Yekcar di dema Adnan Menderes de bi hezaran mizgeft li gundên êzîdiyan ava kirin û her roj melle û îmam ji derve dihatin nav gundên êzîdiyan da ku wan misilman bikin. Di salên 50î û 60î de bi taybetî li herema Riha, Kiziltepe û Pirsûsê melleyên tarîqetên Qadirî û Neqişbendiyan gund bi gund digeriyan û heta hejmarek Êzîdî misilman nekirina, ji gund dernediketin. Şahidê misilman yê îro li jiyanmayî ji min re wiha got: “Ev tarîqet dihatin û êzîdî gellek aciz dikirin. Heta  miriyên êzîdiyan ji goristanê dîsa derdixistin û li gorî “şertên îslamî” vedişartin.”


Êdî Êzîdî bêçare man. Her derketina ji gund wek tehlûkeyeke mezin bû. Jinên xwe li gundan vedişartin, ji ber ku gellek car jinên wan bi kotek û zorê ji wan distandin. Wexta dîsa jî bi mecbûrî diçûn bajaran ev dihatin şermezarkirin û car caran jî êrîşî wan dikirin. Kalekî êzîdiyan, ku niha 86 salî ye, wiha dibêje: “Îro jî ev gotinên zarok û ciwanan ku gotin li ser dînê min digotin li ber guhê min e. Wan em gellek êşandin. Heta îro jî gellek misilman xwarina êzîdiyan naxwin. Ev dibêjin xwarina me heram e”.


Wek tê xuyakirin, jenosîda li dijî êzîdiyan di dema dewleta Tirkiyê de tenê şiklê xwe guhartiye, lê dom kiriye. Lewra jî heta salên 70 û 80î tenê 30 heta 40 hezar Êzîdî li gişt Tirkiyê mabûn. Di dîrokê de oleke wiha kevn û mezin hêdî hedî, bêdeng li Tirkiyê hate tinekirin. Ev hejmara mayîn ya bicûk berê xwe da Ewropayê û pirraniyan wan îro li Almanyayê dijîn. Hejmara “hemwelatiyên Tirkiyê” yê Êîzdî ku îro li welatê xwe dijîn 600 heta 800 kesî ye. Ez behsa hejmara penaberên Şingalê nakim. Ev ji xwe naxwazin li Tirkiyê bimînin.

Ev qirkirin êdî têr nake, hikûmeta Tirkiyê dîsa wek fetwayekê êzîdiyên ji Şingalê ne wek ol û ne wek penaberan qebûl dike.  Êzîdî bênav û bêstatû ne.  çawa bapîrên wan yên Osmaniyan Êzîdî  qebûl nekirin, nasnameya wan ya olî û etnîkî înkar kirin, îro ev raman, ev fatwayên kevn di serê hinek berpirsên Tirkiyê de heye.

Mirov bixwaze nexwaze ji xwe dipirse: Nexwe ferqa dewleta Tirkiyê ya îslamî û DAIŞê çî ye? Belkû ferqek hebe: DAIŞ eşkere dibêje ku Êzîdi “kafir in” û divê werin kuştin, talankirin û keç û jinên wan werin markirin an jî firotin. Divê mirov ji wan berpirsên Tirkiyê bipirse, ma gelo dilreşiya we li dijî êzîdiyan çî ye? Êzîdiyan çi zerar dane we ku hûn hevqas dijberiya êzîdiyan dikin, hûn hevqas ji wan aciz in û nefret dikin?

Ez naxwazin bawer bikim, lê rastî û bawerî herdem ne wek hev in. Nexwe DAIŞ li ser mijara êzîdiyan li ser bingeha fetwayên di dema împeratoriya Osmaniyê de êzîdiyan qir dike? Dilxwazên împeratoriya Osmaniyê îro kî ne û dixwazin vê mîratê  li Tirkiyê dom bikin?

De ka berê xwe bidin Enqerê…

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan / RÛDAW