Serrûpel Nûçe Salih Mislim ji bo rojnameyeke Tirkiyê axifî

Salih Mislim ji bo rojnameyeke Tirkiyê axifî

Belav bike

AVESTA KURD – Di hevpeyvîneke xwe de, hevserokê PYD Salih Muslim ji bo rojnameya tirkî axifî û got, “bila Tirkiyê hebûna me qebûl bike, nasnameya nas bike, em ji bo her tiştî amade ne, emê bi her awahî xizmetê bikin. Em bi tu awahî naxwazin dijmintiya Tirkiyê bikin, em amade ne navbênkariyê di navbera PKK û hikûmetê de bikin…”
Di hevpeyvîna xwe de ligel Verda Ozer, Salih Muslim got, “tenê bila Tirkiyê me nas bike, eger em dest bidin hev, gelek tişt hene em bikin…”

Muslim li ser pêwendiya bi Emerîka re dibêje, pêwendiyên wan gelekî baş in, wê hîn baştir jî bibin.

Li ser çûna pêşmergeyan ji bo Kobanî hevserokê PYD got, eger ku Tirkiyê rê nedaba çûna pêşmergeyan, wê wiha bihatiba dîtin ku Enqere li dijî Barzanî derdikevem, em ji berê de ne li dij bûn ku pêşmerge bibin alîkar, berê hinek hesasiyet çêbûn, DAIŞ Kurdan digihîne hevm ev jî tiştekî baş e…”

Muslim dibêje, xwezî li dijî DAIŞ Tirkiyê li kêleka me ba, wê demê hem Tirkiyê, hem em, hem jî rojhilata navîn dibûn tiştekî din…

Salih Muslim li ser Barzanî dibêje: Ew însanekî gelekî hêja ye, ew hêjayekî gelê Kurd e, naxwaze tevlî meseleyên Sûriyê bibe.