Serrûpel Dosya Nivîsek li ser partiya PAK

Nivîsek li ser partiya PAK

Belav bike

Xebata qanûnî; Nav li ser e, li gorî qanûnên welatekî û li gorî bicîhanîna pêwestiyên qanûnî, têne meşandin. Bêguman xebata qanûnî jî qebûlekê dibîne û dikare meşrû be, lê her xebata ne qanûnî ne nemeşrû ye. Di rastiyê de, ji bo welatekî dagirkirî, pirsa meşrûiyetê; Hebûn û pozisyoma hêza dagirker, dazgehên wê, saziyên wê û helbet sîstema hiqûqa wê, ye.

 

Bergeha, bi qanûnan girêdana meşrûiyetê, bergeha serdest û mêtingehkera ye. Di eslê xwe de ew bi vê yekê hebûna xwe, serweriya xwe, dezgehên xwe û sîstema hiqûqa xwe li ser milet û welatê dagirkirî ferz dikin û ji hebûna xwe re li meşrûiyetekê digerin. Ku hebe lawazî, qisûr û zeafiyet ji me ye, ev yek jî encama êrîşîn li ser giyan û hişmendiya me ye. Ev têgeha ji dawiya salên 1960î û destpêka salên 1970yî di hişmendiya me de bi formasyoneke çarçoveya wê ji aliyê serweriyeke biyanî û ne ji me hatiye taînkirin, di nava pêncî salên dawî de her hatiye minaqeşekirin û lê nehatiye zelalkirin. Li Bakurê welatê me îdeolojî, siyaset û medyaya serdest xebata ne di çarçoveya qanûnên Tirkiyeyê de weke xebata nemeşrû destnîşankiriye. Bi dereceya tehrîbatên di hişmendiya me de, me jî carinan ji xebata xwe ya ne li gorî qanûnên Tirkiyeyê guman kiriye û em li meşrûiyeteke qanûnî geriyane. Lê meşrûiyet; Ne liv, tevger û siyaseta li gorî qanûnên dewleta dagirker e. Meşrûiyet; Rewabûn û heqaniyeta daxwaz û mafan e.

 

Dîrok bi mînakên zêde berbiçav dike ku meşrûiyeta tekoşîna miletên welatê wan bûne kolonî sparî norm, pîvan û qanûnên  dewleta kolonyalîst, nayên kirin. Û bê guman, li gel her cureyê xebatê, şerê çekdarî jî di nava vê çarçoveyê de ye. Hê di sala 1972de Netweyên Yekbûyî di 27. Komcivîna xwe ya giştî de bi biryara 2918an tekoşînên dijî kolonyalîzmê û jinavbirina wê meşrû îlan dike.[1] Ev biryar di heman demê de tê wateya meşrûiyeta xebat, – şerê çekdarî jî di navde-tekoşîn û rêxsitinên antî-kolonyalîst e. Netweyên Yekbûyî di Komcivîna xwe ya 29. ku di 1973 bi biryara 3151ê, tekoşîna ANCê ya li dijî nîjadpersetiyê jî meşrû îlan dike.[2]  Dîsa Neteweyên Yekbûyî di biryareke(3236) xwe ya di sala 1974 de xelkê Filistînê  piştrast dike ku ew xwedîmaf e mafên xwe bi hemû rê û rêbaza û hacetan bidestbixe. [3] Bi van her sê biryaran û biryarên weke wan, tevgerên azadîxwaz yên welatên kolonî û tevgerên dijî rejîmên nîjadperest û totalîter dighêjin meşrûiyeteke ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, naskirî. Eşkere ye ku pîvana Neteweyên Yekbûyî ne sîstema qanûnî ya serweriya dewleta dagirker, lê rewabûna xebat, tekoşîn û liva rizgarkirina welatê dagirkirî ye. Jiber vê yekê jî çi qanûnî û çi ne qanûnî hemû rêxistinên Kurdistanî tevî xebat, tekoşîn û şerê xwe yê li hemberî dagirkeriyê meşrû ne. Her wiha şerê çekdarî jî di navê de her xebat û tekoşîna li hemberî dagirkeriyê jî meşrû ye.

 

Niha û îro jî lêgerên me bi van herdu têgehên ku zeafên nirxî di tevgera Kurdistanî de vedikin, rû bi rû ne. Ji serlêdanên damezrandina partiyên li gorî qanûnên serweriya dewleta tirk dikare bê fêmkirin ku Kurd hê jî heta dereceyekê meşrûiyetê di dest û rêdana qanûnên tirk de dibînin. Bi qasî tê dîtin hema di vê salê de du partiyên nû ji bo bighêjin meşrûiyeteke qanûnî serî li wezareta karê hundir ya tirk dane. Du-sê hewldanên dinê jî bi vê armancê haziriyên xwe didomînin. 

 

Di vê pêvajoya ku lêgerîn biryarên xwe didin, du ji wan bi taybet bal dikşînin. Bê guman weke her Kurdekî bal û awirên wî li welêt, hemû rûdan û hewldan, rêxsitinên hene û ên nû têne avakirin, bi awayekî bala min jî dikşînin û li gorî xwe ez jî wan dişopînin. Li aliyekî Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) û li aliyê dinê jî Hereketa Azadî bala min dikşînin û hez dikim wan ji nêzîk ve bişopînin. PAK, bi perspektîfa dewletbûna miletê kurd, Hareketa Azadî jî bi uslûb û perspektîfeke bi motîvên îslamî dertê pêş. Bi raya min, her rêxistin, sazgeh û an jî partiyeke bifonksiyon û bi erkên xwe rabe, dikare tekoşîna me pêş ve bibe, bi hêz bike. Li aliyê dinê her kesê ku bibêje ez ê mafê xwe yê siyasî bi rêyên birêxistinî bikar bînim, xwedî maf e, saziyên siyasetê jî ji xwe re ava bike.

 

PAK xwe partiyeke demokrat, pirrdeng, azadîxwaz, Kurdistanî binav dike û her cure şîdetê red dike. Helbet hin partiyên dinê jî hene ku xwe wisa binav û tarîf dikin. Ferqa herî berbiçav ya navbera PAKê û partiyên dinê, li gel ku dixwaze di çarçoveya qanûnên Tirkiyeyê de xebat û tekoşîna xwe bimeşîne, dewletxwaziya wê ye. Loma jî ew ê li ser vê ferqiyetê li avakirina dînamîzmeke nû bigere. Hereketa Azadî bi motîvên îslamî tevdigere, lê ew jî di vê eniyê de ne bi tenê ye û siyaseteke li ser pîvanên olî bi xwe rîsk e.

 

Helbet di tekoşîna miletekî ya azadîxwaz de konsept, perpespektîf û tesbît û binavkirina armancên stratejîk pirr û pirr girîng in. Xebateke bê wan nemumkin e. Li rexê dinê, bersîva wê çi, bi çi awayî bê kirin jî girîng e.

 

Bi qasî dişopînim, di navbera van her du hamleyên ez behsa wan dikim, Hereketa Azadî xwe bêtir ji aliyê hizrî û ramanî ji xebata bi rêxsitinî re amade dike. PAK dil dike dest bi xebatên pratîk bike û di ber de jî ji aliyê hizrî û ramanî xwe zelal bike. Bêguman ev tercîh rîskan jî bi xwe re tîne û derî ji nakokiyên ramanî re vekirî dihêle. Di pirsa konsept û çarçoveya ramanî de ku wê stratejîyê jî taîn bikin, pirsên binavkirina hebûna serweriya dewleta tirk û bi vê yekê girêdayî pêwendiyên bi sazgehên serweriya tirk, pirsên sereke ne.

 

Ji bo Hereketa Azadî jî li gel van pirsan, pirseke dinê ya girîng heye ew jî, pirsa referensgirtin an jî negirtina Îslamê û Quranê ye. Hereket wê tenê bi motîvên îslamî tevbigere an ola Îslamê ji bo sîstemeke siyasî, civakî û sosyal bingeh û rêbaz qebûl bike.  Ji xwe tevgereke bi motîvên îslamî yan di destpêkê de beşên ne musliman ên civaka kurd ji xwe re girîng nabîne yan jî, xwe ji wan mehrûm dike. Ev yek astengiyeke li pêşiya her hereketa bi motîvên îslamî tevdigere û teqez e ku ew ê nebin hereketên temamê Kurdan û heke bê qebûlkirin ku hemû Kurdên Musliman jî ne Îslamî ne, wê bibin hereketên beşek ji Kurdên Musliman.

 

Pirseke dinê ya girîng, pirsa desthilatiyê û têkiliyên bi desthilatiyê ye. Pêwendiyên bi Anqerayê wê çi bin, wateya Anqerayê çi ye? Di van şert û mercên ku siyaset û desthilatdarî ew çendî nedîtî qirêjî bûne, dirustî, pakî, fedekariya bêberdêl, ji kursî, nav û şohretê dûrî, di nava rant, meqamperestî, malperestî û xweperestiyê de wenda bûye, wê çewa siyaseteke pakij bê meşandin, wê tevger birêveber, kadro û endamên xwe çewa ji xweperestî, malperestî, meqamperestî û rantê biparêzin? Wê pêwendiyên we bi desthilatiyê çi bin? Bersîvên êrênî yên van pirsan wê rêya we ronî, xebatên we berhemdar bikin.

 

Rast e ku damezrandina PAKê di rayagiştî de bû sebebê reaksiyonên pozîtîf. Helwest, refleks û daxwuyaniyên serok û birêveberên PAKê yên di dema serdana avakirinê û piştê wê, sempatîk bûn. Medya jî dixwaze bê ka potansiyela vê partiyê çi ye û loma jî her gaveke wê şopand. PAKê di hemû civînên xwe de ye ji sembola netewî ala Kurdistanê bikaranînin. Bikaranîna zimanê Kurdî û sembolên netewî helbet girîng e û divê biisrar sembolên milet û dewleta tirk bêne redkirin û sembolên hest û şiûra Kurdewariyê bihêz dikin, biisrar bêne bikaranîn.

 

Ji bo PAKê rojên hingivîn li paş man, ji niha pê ve xebat û projeyên ku partiyê û beşên civakê yên ku ji rewşê nerazî, bigîne hev û dînamîzmeke nû derxîne, pêwist in. Şahid pirr in ku rastiya xwe negihîne miletekî, rastiya nebe hêz, finda li ber bayê ye.

 

Gelek heval û dostên ez bi wan bawer im, di nava PAKê de ne. Wilo jî gelek heval û kadroyên mihtemelen wê di nava wê de bûnan, ji gelek sebeban ne di navê de ne. Em tev dizanin ku di tevgerên siyasî de, kadroyên zana, têgihiştî, fedekar, bisebir, xwedîezmûn û lê dînamîk roleke sereke dileyizin. Çewa ji bo her tevgerê peydakirina kadroyên wisa erkeke sereke be, wilo jî ji bo PAKê erkeke nabe bê paşgohkirin. Bixwebawerî, bihevbawerî, biryardarî, dilsozî, fedekarî, vizyon, konsept û refleksên hevbeş, rasttespîtikirina armancên stratejîk û disîplîn di xebata birêxsitinî de taînker in. Qedera PAKê jî ya her tevegera ku wê nû derê platforama kar û xebatê jî bi bicîhanîna ven erkan ve girêdayî ye.

 

PAK, mumkin e di demeke kurt, heta di demeke dirêj de jî nebe hêzeke sedhizar û milyon li dû. Lê PAK dikare bi konsept, refleks û hizrên zelal ên Kurdistanî, bi xebateke ne bi rengê siyaseta klasîk bi rengê xizmeta ji doza Kurd û Kurdistanê, bi uslûbeke êrênî û kurdewar û bi rabûnûrûniştineke li ser sîstemeke etîk, bibe çavdêr û ujdana civaka xwe, bibe hêzeke xwedî gotin û xwedî qedr.

 

Weke navê xwe PAK be !
Şefîq Pêşeng

 

06/12/2014

Jêder: Kurdinfo