Serrûpel Nûçe Samî Ergoşî Idîayekê eşkere dike!

Samî Ergoşî Idîayekê eşkere dike!

Belav bike

Di wê gotara xwe de Ergoşî (bi sîfeta şexsî) balê dikişîne ser nûçeyeke kovara bi navê Honya, ku behsa rojbûna serokwezîr kiribû û gotibû ku di wê pîrozkirinê de ku li motêleke Hewlêrê çêbûye û têde bi mîlyonan dînarên Îraqî hatine xerckirin.

Samî Ergoşî wê nûçeyê bi temamî derewîn derdixîne û di gotara xwe de ku bi navê (“Honya” ji bo firotina derewan) wiha dibêje ku kovara Honya ji rastiya zêdetir ew derewan difroşe.

Di gotarê de wiha hatiye:

Roja 21.11.2014, rojbûna birêz Nêçîrvan Barzanî bû. Ew bi serokatiya şandeke bilind ya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo serdana koçbrên şerê DAIŞ bike, li sînorê parêzgeha Duhokê bû… Ji ber ku ew gelekî mijûlî rewşa koçberan û peydakirina pêdiviyên wan bû, wê rojê ne di bîra wî de ku rojbûna wî ye. Ber bi êvarê ve û piştî temambûna civîna dawîn ya ligel dezgehên hikûmî, divabû biçûba kongreyeke rojnamevanî û di derbarê serdana xwe de û encamên wê ji bo dezgehên ragihandinê eşkere bikirba, hemû amadekarî ji bo kongreyê hatibû amadekirin. Lê belê di saeta dawîn de, cîgirê serokwezîr birêz Qobad Talabanî, ji wî xwest ku biçine saloneke din li kêleka salona civîna çapemeniyê û civîneke taybet çêbikin…

Samî Ergoşî dibêje, ku ew bi xwe li wê derê bû, û wî bi xwe jî nizanibû ew civîna taybet çi ye û wê ji bo çi were çêkirin.

Li dawiyê ji Nêçîrvan Barzanî re gotin ku hinek wezîr hene dixwazin li wê salonê biaxifin û nerazîbûna xwe li ser hinek tiştan bînin ziman.

Piştî ku derbasî wê salonê dibin, surprîzê dibînin, û li wir rojbûna Nêçîrvan Barzanî pîroz dikin, û tînin bîra wî ku îro rojbûna wî ye.

Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Samî Ergoşî çîroka pîrozkirina rojbûna serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi vî awahî diqedîne:

Qobad Talabanî dîwaneke helbestan ya şaîrê Faris ê mezin Hafizî Şîrazî, bi navê beşdaran pêşkêşî serokwezîr dike, Nêçîrvan Barzanî gelekî ji helbestên Hafiz hez dike.

Piştre bi hev re meyweyên li ser maseê dixun, piştre bi hev re wêneyeke bîranînê digirin.