Serrûpel Nûçe Hunermendê Kurd Bilal Ercan hate veşartin

Hunermendê Kurd Bilal Ercan hate veşartin

Belav bike

Tê gotin ku ev demek bû nexweşiya dil pê re hebû û biryar bû roja piştî konserê were emeliyatkirin.

Hevalên hunermend didin zanîn ku wan ew agahdarkirine ku divê di rewşeke wiha de dernekeve konsêrê lê wî gotiye, ciwan li hêviya min in, nabe ku ez dernekevim û di dema strangotinê de, li ser dikê, dilê wî rawestiyaye.

Li gora zanyariyan, konsêr ji aliyê komeleya hunermendên kurd yên Enedola Navîn ve ji bo piştgiriya kobanê hatibû lidarxistin û ji bo hunermend Bîlal Ercan gelekî girîng bû ku derkeve wê konsêrê.

Bilal Ercan hunermendekî kurdê Qonyayê bû û salên dirêj di TRT de kar kiribû. Ew hîna 52 salî bû û weke hunermendekî kurdperwer dihate naskirin.