Serrûpel Nûçe Pêşmerge derbasî Şengalê bûn

Pêşmerge derbasî Şengalê bûn

Belav bike

 

Îro malper û medyaya nêzîkî PYD û PKKê ragihandin ku di şerê rizgarkirina Şingalê de şervanên YPG û gerîlayên HPGê jî şer kirine û alîkariya Pêşmerge kirine.

 

Lê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, li Şingalê ji Rûdawê re got, di şerê Şingalê de tenê hêzên Pêşmerge beşdar bûn lê derdora 150 şervanên YPGê jî derbasî nav Şingalê bûn.

 

Mîranî da zanîn ku ew hêza YPGê, piştî ku hêzên Pêşmerge ketin nav Şingalê, derbasî nav bajêr bûn.

 

Bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ku zêdetirî 4 mehan bû ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin, îro danê êvarê di encama operasyoneke mezin de hat rizgarkirin. Rûdaw