Serrûpel Nûçe Qasim Şeşo: Şengal bi tevahî hat azadkirin

Qasim Şeşo: Şengal bi tevahî hat azadkirin

Belav bike


Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li çiyayê Şengalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re got ku berî niha bi demekê Pêşmergeyên Kurdistanê tevahiya qezaya Şengalê ji çekdarên DAİŞ’ê paqijkirine û wiha axifî: ‘’Çekdarên DAİŞ’ê ji nav qezayê ber bi qezaya Telefer a ser bi Mûsilê û navçeyên di bin kontrola DAİŞ’ê de yên ser sînorê Sûriyê direvin, ji xeynî wêya ku zêdeyî 100 çekdarên DAİŞ’ê di şerê îro de hatin kuştin.’‘

Qasim Şeşo tekez kir ku ji xeynî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê tu hêzeke din beşdarî operasyona azadkirina Şengalê nebûye û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ew gotegotên ku qaşo dibên hêzên din beşdar bûne nerast in û tenê Hêzên Pêşmerge beşdarî operasyonê bûne.’‘ Bas