Serrûpel Nûçe YPG li Amûdê keçeke 14 salî revand

YPG li Amûdê keçeke 14 salî revand

Belav bike

Merwan Îdî wiha dinivisîne: Roja sêşemê (23.12.2014) xuşka wî li pêşiya malê, bi hiceta ku divê ew bergiriyê li rojava bike, li pêşiya çavên her kesî bi zorê hate revandin. Ew di sinifa 9 de bû, temenê wê 14 sal bûn, wê li mal xizmete diya xwe ya nexweş dikir.
Birayê dê dibêje, ji bo azadkirina xuşka xwe çi ji dest wî were ewê bike û heta niha ew û malbata wî rastî gelek kiryarên wiha hatine.