Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, digel senator John McCain endamê senata Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê û şandeya pê re ku, ji hijmareke şîretmend û berprisên arteşê û berprisê karûbarên sefaretxaneya Amerîkayê li Îraqê û konsulê giştiyê Amerîkayê li herêma Kurdistanê pêkatibû, civiya.