Serrûpel Nûçe Ocalan nameyekê ji Barzanî re dişîne

Ocalan nameyekê ji Barzanî re dişîne

Belav bike

Endamê Rêveberiya KCKê Murat Karayilan beriya niha gotibû, di nav çend rojên bê de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dê li ser Kongreya Netewî ya Kurd, nameekê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bişîne.

Siyasetmedarê kurd Bayram Bozel, li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, ji ber nakokiyên navbera partiyên Kurdistanî kongre nehat lidarxistin û wiha axivî:

“Lê ew nameya ku Ocalan dê ji Barzanî re bişîne dê lezê bide lidarxistina kongreyê.”

Akademîsyenê kurd Mehmet Alkiş jî ji Rûdawê re got ku Kongreya Netewî û Pêvajoya Çareseriyê girêdayî hev in û wiha axivî: “Dewletên herêmê bandorê li ser kongreyê dikin, ji ber wê jî divê yên siyasî ji bona kongreyê lezê bikin.” (RÛDAW)