Serrûpel Nûçe “Em ne li dijî PKK û tu tevgereke kurdî ne“

“Em ne li dijî PKK û tu tevgereke kurdî ne“

Belav bike

 

Mesrûr Barzanî da zanîn ku îro li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek berfireh dest pê kir û got: “Hêzên Pêşmerge deverek dîrejiya wê 40 kilometre û firehiya wê jî 15 kilometre kontrol kir. Pevçûn hêj didomin.”

 

Barzanî anî ziman ku DAIŞê bi wesayîtên bombekirî 14 caran êriş kir lê balafirên hevpeymaniya navdewletî ji wan wesayîtan 3 û pêşmerge jî her 11 yên din hêj negihîştin armanca xwe têkbirin.

 

Mesrûr Barzanî wiha got: “Em parastina her bostek axa xwe erkek netewî, olî û exlaqî dibînin. Lê divê ne tenê kurd li dijî DAIŞê şer bikin divê hin hêzên din jî bikin. Ji ber ku ji derveyê sînorê kurdan jî DAIŞ heye.

 

Barzanî piştî daxuyaniyê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ya di derbarê hewldana avakirina kantona Şingalê ya PKKê de  wiha got:

 

“Kurd rêvebiryek çawa dixwaze ewê di encama rapirsiyê de diyar bibe. Ev yek dê ne li gorî aliyek siyasî bê diyarkirin. Em ne li dijî PKKê ne. Em ne li dijî ti tevgerên kurdî ne jî.” Rûdaw