Serrûpel Nûçe Serokomarên kurd li Sûriyê (VÎDYO)

Serokomarên kurd li Sûriyê (VÎDYO)

Belav bike

Piraniya wan serkirdeyan eşkere nekirin ku ew kurd in.

Hinek ji wan bûne serokomar, serokwezîr û serokerkan jî.

 
1-Mihemed Elî El-Abid  (1867-1939)

11.06.1932 bû serokê Sûriyê. Ew di sala 1867 ji dayik bû, neviyê Holo Paşa yê Kurd bû, ku waliyê Şamê bû. Mihemed Elî El-Abid roja 11.06.1932 bû serokê Sûriyê. Yekem serokê Sûriyê bû di dema Intîdaba Fransî de. Piştî 4 sal û 6 meh û 10 rojan wî bi xwe sala 1936 dest ji kar berda. Roja 21.12.1939 li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

 
2-Yûsif El-Ezme (1884-1920)

Ew di 1884 ji dayik bû. 1920 bû serokerkanê Sûriyê û artêşek ji 100 hezar leşkerî ava kir.
2 salan li Almanyayê rahênana leşkerî kir. Wî tevî zimanê Kurdî bi 5 zimanan dizanîbû. Yekem wezîrê berevaniyê ye.  24.07.1920 jiyana xwe ji dest da. Keçeke wî bi navê Leyla hebû. 

3- Ibrahîm Henano (1869-1935)

Sala 1869 li bajarê Kefir Texarîm li rojavayî Helebê ji dayik bû. Henano ji eşîra Beraziyan bû. 1920 Serkirdeyê Şoreşa Bakurê Sûriyê bû li dijî Intîdaba Fransî. Beşdarî 27 şeran bûbû û di hemûyan de serkeftî bû. Reviya Felestînê, lê polîsên Brîtanî ew girtin û radestî fransiyan kirin. Lê dadwerê fransî ew serbest berda, ji ber ku dadwer serkêşiya wî weke şoreşeke siyasî ya rewa li dijî dagîrkeran bi nav kir. 21.11.1935 Henano bi êşa zirav jiyana xwe ji dest da.


4-Husnî El-Ze’îm (1897-1949)

Sala 1897 li Helebê ji dayik bû. Di dema fransî de, tevlî artêşa fransî bû û bû Kolonêl.
Sala 1948 bû fermandarê Artêşa Sûrî. 29-30.03.1949 El-Ze’îm yekem derbeya leşkerî li Sûriyê û welatên Şamê, li dijî Şukrî El-Quwetlî pêk anî. 05.06.1949 weke serokomarê Sûriyê, gihişte pileya Mareşal. Di 14.08.1949 de derbeya leşkerî ya duyem bi serokatiya hevalê wî Samî Henawî pêk hat û El-Ze’îm ligel serokwezîrê wî Mihsin Berazî bi gulleyan hatin kuştin.
Husnî El Zeîm tenê 136 rojan Sûriye hukim kir.

 
5-Muhsin Berazî (1904-1949)

Sala 1904 ji dayik bû. Yasa li Fransayê xwebndibû, herwiha avokat û mamosteyê zanîngehê bû.
Di serdema Husnî El-Ze’îm de bû serokwezîrê Sûriyê. Danûstandinên wî ligel Îsraîl û dewletên erebî hebûn. 14.08.1949 Muhsin Berazî ligel Husnî El- El-Ze’îm hate gulebarankirin û kuştin.
 
6-Fewzî Silo (1905-1972)

Sala 1905 jidayik bû Ji 03.12.1951 heta 11.07.1953 bi derbeyeke leşkerî bû serokê Sûriyê.
Seroketiya wî ji 03.11.1951 – 11.07.1953 dewam kir û di serdema wî de jî gellek yasayên Sûriyê hatin amadekirin. Piştî ku Silo dest ji serokatiyê berda nêzîkî 3 salan li Erebistana Siûdî niştecî bû. Sala 1948 vegeriya Hemayê, lê ji ber ku xaniyê wî tunebû, li mala xezûrê xwe bicih bû.  1972 jiyana xwe ji dest da.

 
7- Edîb Şîşeklî (1909-1964)

Ew di 1909 ji dayik bû. Ji eşîra Berazan bû. Sala 1920 Beşdarî Şoreşa Sûrî bûbû.
Roja 30.03.1949 beşdarî derbeya eskerî ya Husnî El-Ze’îm kiribû. Sala 1951 bûbû serokerkanê giştî yê Sûriyê. 11.07.1953 bû serokomarê Sûriyê. 25.02.1954 reviya Beyrûtê. 1964 li Brazîlê, li ser destê xortekî sûrî hate kuştin. (Jêder: Rûdaw)