Serrûpel Dosya Projeya Şênkirina Kobanî û gundên wê

Projeya Şênkirina Kobanî û gundên wê

Belav bike

PROJEYA ŞÊNKIRINA KOBANIYÊ Û GUNDÊN WÊ: Kurtelêniherînek û pêşniyaziyek


(Şahîn Bekir Soreklî: 2.02/2015)

Li welatên pêşkevtî hukûmet ji bo avakirina şûnan û parastina kevneşopan encûmenên serbixwe dike berpirsên projeyan. Ligel ku pirraniya caran hukûmet beşekî ji pereyên pêwîst, yan tevahiya pereyan dide jî, ne hukûmet û ne çi rêxistinên welêt maf hene tiliyên xwe têxin nav karê encûmenê (meclisê). Lewma, ger dike Kobanî bi şêweyeke şaristanî bihêt şênkirin, encûmeneke medenî ya serbixwe pêwîst e berpirs û birêvebira vî karî be. Bêyî guman ji bo vê encûmenê endam û karmendên jêhatî û xwedan meslek divên. Lewma bikarhanîna pisporên biyanî jî dê pêwîst be.


Pere û organîzekirin

Bikarhanîna Kobaniyê ji bo şerê li dij Da’işê bi şêweya ku cîh girtî beşekî ji projeya serokê amerîkî Barack Obama ya lêdana Da’işê bû û xwe bi parastina Îraqê ji ketinê ve girê dida. Ew ne ji bo parastina Kurdan û ne jî bo parastina Kobaniyê bû. Ev dikare bihêt piştrastkirin. Serdariya hukûmeta Kurdistanê, PDK, PKK/PYD û heye ku YNK jî ji vê yekê haydar û pê re hevkar bûn. Ihtîmal heye ku hukûmeta amerîkî ji bo hevkariya wan û “mesarîfên” wan pere jî dabin wan. Lewma li ser milê hukûmeta Herêma Kurdistanê erk e (wacib e) ku daxwaza birêxistina kampanyayeke navnetewewî û pirralî ji amerîkiyan û ewropiyan bike ji bo berhevkirina pereyên lêkirin û şênkirina Kobaniyê û gundên wê pêwîst.

Wek destpêk, hemî aliyên e’leqedar divêt perene ji bo budceyeke taybet ya gavavêtina yekemîn bidin. DYA, Îraq, Hukûmeta Herêma Kurdistanê, PKK/PYD û partîne Kurdan yên din hinek ji aliyên e’leqedar in.

Bêyî guman dawîhatina tehlûkeya Da’işê û cîhgirtina aramiyê ji bo birêxistin, pêşkevtin û serkevtina projeyê mercên gellekî grîng in. Lê gavên destpêkê yên projeyê dikarin ji nuha ve bihên ranan û tevdêrên berhevkirina pereyan ji bo budceya projeya mezin dikarin ji nuha ve cîh bigirin. Heta ger aramî nebû jî, ew pereyên bihên berhevkirin dikarin di hesabekî taybet de li Amerîka yan Ewropayê bimînin ta baştirbûna rewşê.

Encûmeneke, yan bi kêmasî komeke, ji bo destpêkê ji nuha ve pêwîst e. Komeke wek ya Dr. Muslim Talas û hevalên wî dikare bi hevkariya kesên ji xelkê bi encûmena bo vê projeyê re alîgir be, bi taybetî di warê berhevkirina agahiyan de, wek nivîsandina navên hemî kes û malbatên li Kobaniyê xaniyên wan hene û yên li gundan rastî ziyanê hatine.
Nav, navnîşan û agahiyên pêwîst divêt hemî bihên dokumentkirin.


Bi hevrikiyê û nakokiyê û tirsandinê proje bi ser nakeve û dê biherime


Gellekî grîng e ku razemeniya PKK/PYD ji destpêkê ve bihêt girtin û soz ji wan bihêt dayîn ku dê astengan li pêş encûmenê bi rê nexin û dê rê bi çi awayî nedin piştgiran ku kêşeyan ji endamên encûmenê re derxin.

Ger nepejirînin û soz nedin, proje dê yan bi sernekeve, yan jî kullek bibe. Ew ê hîn baştir be, ger PKK/PYD/YPG bi encûmenê re hevkar bin, lê bêyî ferzkirina çi şert û mercan. Her weha grîng e ku sozê hevkariyê û alîkariyê ji serdariya hukûmeta herêma Kurdistanê bihêt girtin. Bêyî hevkariya wê pêşvexistina projeyê dê ne hêsan be.

Di nav endamên encûmenê de, ku mirov hêvî dike bi pirranî ji Kurdên herêmê bin, hebûna dîplomatên zimanzan û cîhannas pêwîstî ye. Divêt bikaribin bi berpirsên dewletan, yên welatên cînar jî di nav de, danişin û sempatî/piştgiriya wan bi dest xînin, beşdare hevpeyvînan bibin, bi hêsanî û mentiqî ligor rewşê û pêdiviyê bipeyivin… Dîtina kesên weha, mixabin, ne hêsan e, lê grîng e.

Mirov hêvî dike ku aramî li herêmê vegere û tehlûkeya şer rabe. Ger aramî hebe, encûmen dikare bi alîkariya rêxistinên ne-hukûmetî û bi alîkariya partiyan û hukûmetan vegerandina xelkê organîze bike. Destpêkê çadir û pêwîstiyên ji bo jiyanê dê ji bo xelkê Kobaniyê û hinek gundan pêwîst bin.

Lewma beşdariya rêxistinên navneteweyî yên alîkariya mirovahî grîng e û divêt bi alîkariya yên li jor hatinî binavkirin bihêt organîzekirin. Komîteyên taybet ê pêwîst bin û encûmen divêt wan bi rêxîne ji bo mercên xwe bi perwerdeyê, tenduristiyê, asayişê û hemî aliyên jiyanê ve girê didin. Ev proje dê dijwar, demxwar û buha be.

Hebûna pisporan û serpereştiya rêxistinên medenî yên bi dewletan û rêxistinan ve ne-girêdayî, lê di heman demê de bi wan re hevkar mercê grîng yê serkevtina projeyê ye.

Gendelî (fesad)

Di projeyên weha mezin de dûrhîştina gendeliyê gellekî dijwar e. Kesekî/aliyekî ku ne mumkin be bi şêweyeke rasterast yan ne rasterast têkeve nav gendeliyê tune, wekî mirov her roj di mêdyaya navneteweyî de dibîne. Lewma tehqîbkirin û miqayitiyeke bêhûde mezin divên.

Bi kurtî, peyvên li jor tenê dilopeke ji çemê tevdêrên bo projeyeke weha bêhûde pêwîst in. Ji projeyeke weha re dîtina pisporan, şirketên avakirinê, nexşeyên taybet, razîkirina xelkê û bi milyonan dolar divên, lê a nuha pêş wan hemiyan daxwaz (îrade), bixwebawerî, organîzekirin, hevkarî û “niyetên baş” divên.


Xewn

Dawiya şerê cîhanî yê 2yemîn Amerîka tevdêrên jinûveavakirina Almanyayê (Marşall Plan) û Japonê bi rê xistin, her weha li dû dawîdana recîma Seddam Husên li Îraqê.

Ger hukûmeta amerîkî û aliyên kurdî ji destpêkê ve li hev kiribin ku xelkê Kobaniyê û gundên wê bihên derxistin da ku firrokên amerîkî û hevalbendan li Kobaniyê û doraliyên wê li Da’işê bidin, ihtîmal heye ku hukûmeta amerîkî planeke birêxistina projeyeke avakirina Kobaniyê xistibe tevdêrê. Guman tê de tune ku pîlotên amerîkî û hevalbendan didîtin çawa mûşek û bombeyên wan beşên bajêr yên ne di dest YPG û pêşmergeyan de xirr-û-xirabe dikine.

Lewma, mirov hêvî dike ku li nik amerîkiyan tevdêreke avakirina Kobaniyê û vegerandina şêniyê wê û gundên wê li war û karên wan hebe.

Ger hebe, li vir jî haydariyeke bêhûde mezin divêt, ku mixabin ne hêsan e mirov a nuha derbarê wê de geşbîn be. Li her şûna ku projeyeke bêhûde ya avakirinê heye, bi taybetî li Rojhilatê Navîn û herêmên gendelî tê de beşekî ji jiyana rojane ye, gellek dizî û kiryarên zeẍelîkirinê û xapandina xelkê cîh digirin. Ger tevdêrên projeyeke weha hebin, mirov hêvî dike ku bi serpereştiya aliyên serbixwe, rasteqîne û rojavayî be.