Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrê derve tê Îmaratê civiya

Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrê derve tê Îmaratê civiya

Belav bike


Di civînekê de her du aliyan behsa têkeliyên herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê digel Îmaratê kir û tekîd li ser pêşxistina wan têkeliyan di hemû waran de kir. Behsa kar û xabtên konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê hat kirin û serokwezîr di axaftina xwe de rola konsul û konsulxaneya giştiya Îmaratê li Hewlêrê bilind nirxand.

Her du aliyan rewşa deverê bi giştî û pêşhatên dawiyê yên cenga dijî terorîstên DAÎŞ gotûbêj kir û di vê çarçoveyê de her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku, şerê dijî terorê bi tenê bi çekî nayê kirin, hevdem digel operasyonên leşkeî divê di warê hizrî jî de şerê terorê bê kirin.

Weke tê zanîn, şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Rêbaz Hemlan wezîrê êkonomî û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta pêk tê û bi vexwandineke fermî ji bona beşdarîkirin di civînên Lutkeya Hikûmetî de duhî gihiştibûn Îmaratê.