Serrûpel Dosya Îran ji Kurdan çi dixwaze?

Îran ji Kurdan çi dixwaze?

Belav bike

Di sedsala 20’de, Kiriyarên weha kemalistên Tirk li hember Kurdan dikirin.  îro dest û lingên wan hatine girêdan, nema dikarin heman kiriyaran dubare bikin. Nikarin ji ber ku Tirkiyê endama NATO ye û pêwendiyên xwe bi yekîtiya Ewropa re baş in. 

Wusa diyar e ku di roja me ya îro de Îran û rayedarên wê di şopa Kemalîstên berê de ne û serkêşiya siyaseta tirsêli hember Kurdan bikar tîne.

Îran li hember kurdan, ne tenê li Iranê lê belê li Îraq û li Sûriyê jî, lîstikeke bê serûber li hember gelê kurd dilîze. Çawa li ser axa xwe ciwanên kurd bi dar ve dike, wusa li Îraqê budçeya kurdan û li Rojavayê Kurdistanê  jî pêwendiyên di navbera hêzên kurdî de bi nîfaqê dadileqîne.

Qaşo em û Îranî du milêtên nêzîkî hevin, qaşo em „amozayên“ hevdu ne. Wusa tê xuyakirin ku ji bo Îraniyan mezhebî Şîe ji merivatiyê girîntir e. Lê çima bi her awayî alîkariya şîîyên Libnan û Yemenê dike li „merivên“ xwe yên kurd bi dar ve dike? 

Binêrin  berî çend rojan balyozê Îranê li Anqara, Alî Riza Bikdelî, di civîneke çapemeniyê de ji rojnamevanên Tirk re çi dibêje: „Heger gorankariyek li erdîngara Tirkiyê de rû bide, ew dê bandora xwe Îranê jî bike. Lewma divê peymana di navbera Sûriyê, Îraq, Tirkiyê û Îranê de ji nû ve were birêvebirin.“

Gelo ev yek tê çi wateyê? Bêguman tê wateya ku Kurd dibin dewlet û divê em vê riyê li pêşiya wan bigirin. Ger wan karî di vê derbarê de nefesê wergirin, sînorên me tên guhertin û pergala me ya berê tê serûbinkirin. Divê statûya îrone bi her awayî were parastin û divê Kurd jî serê xwe li ber vê statûyê wek berê nizim bihêlin.

Di salên 90an de gava Îranê dît ku Kurd dibin xwedî statûyek federal, ji bo wan ji hal bixîne dest bi nîfaqê di navbera hêzên Kurdî de kir û hişt ku ew bikevin şerekî navxweyî. Livên Îranê yên wê demê, wek dixwest, biser neketin, lê divê mirov ji bîr neke ku heman siyaset hîn û hîn jî tê birêvebirin û heman armanc tên şopandin. Yanî Îranê dev ji fenûfîtkên xwe, dev ji hîle û pîleyên xwe berneda ye. Li ku fersendê dibîne, li wir bi mirov ve dide.

De werin vê axaftinê fêm bikin! Rojnemevanê Îranî bi navê Irfan Kanî Ferid dibêje: „Barzanî û partiya Demokrata Kurdistan, PDK, gef in li ser ewlehiya Îraqê. Ew hewil didin ku Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan tesfiye bikin. Lê belê YNK, PKK û PYD wefedarên rejîmên Îran û Suriyê ne.“

Bikaranîna hêzên kurdî li hember hev siyasteke kevn e. Vê siyasetê ta niha gelek ziyan daye berjewendiyên netewî yên gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê lê belê mirov nikare bêje ku kariye bigihe armancên xwe yên dawiyê.

Gelo wê di vê dema nazik, di dîroka gelê me de, wê bikaribe bigihe qonaxa xwe ya paşîn? Bêguman kurd jî ne kurdên berê ne, ew hem hunera siyasetê ji berê çêtir bikar tînin û hem li hember berjewendiyên xwe ji berê şiyartir in. Her wekî din jî, kurd nikarin çavên xwe li ser vê fersenda dîrokî, ya bi dest wan ketî, bigirin û wê diyarî nîfaqa rêjîma îranê û siyasetên wê yên dijminan e bikin.

Her wekî din jî, nakokiyên di navbera wê û Tirkiyê de ewqas berfireh bûne ew dê nekaribin weke berê werin ba hev û peymanên tunekirina kurdan bi hev re îmza bikin.

Rojhat Amedî