Serrûpel 2015 Şibat

Arşîva mehane: Şibat 2015

Berfa Qendîl… Berfa Enqerê

Ji ber germiya diyaloga serokwezîr û şanda pê re ya di derbarê pirsên niha yên Kurdistanê de, ti kes bi demê nehesiya û nêzî saatek û nîvan yên riya navbera Hewlêr – Enqere, weke çend deqîqeyan derbas bûn, dîmenên derveyî balefirê jî, bala ti kesî nekişand.

Sûriyê xwe ji êrîşeke mezin re amade dike

AVESTA KURD - Parlamenterê Sûriyê Welî El Zubî ku kesekî nêzîkî hikûmeta Sûriyê û cihê biryarê tê naskirin, Tirkiyê bi zimanekî tund tehdîd kir û got, wê Sûriyê bersiveke tund ku Tirkiyê qet texmîn nake bide Tirkiyê. El Zubî li ser derbasbûna artêşa Tirkiyê ji bo nava axa Sûriyê û veguhestina gora Silêman Şah, parlamenterê Sûriyê got, Tirkiyê wê bersiveke tund ji Sûriyê bibîne.

Barzanî ji bo Ocalan çi ji Erdogan re got?

AVESTA KURD - Di serdana xwe ya dawiyê de ji bo Enqere, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, bi berfirehî behsa proseya Aştî û Çareseriya û pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê kiriye û jêre gotibû, ji bo çareseriyê, serokê PKK Abdullah Ocalan şansekî gellekî mezine.

Şerîf Omerî xweş lêdixe (VÎDYO)

Şerîf Omerî xweş lêdixe (VÎDYO)

Xwediyê erdê Silêman Şah eşkere bû

Xwediyê zeviyê ku gora Silêman Şah, li gundê Aşmê li ser tê çêkirin eşkere bû.

Riya li pêşiya serokwezîr çi ye?

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, li bajarê Hewlêrê digel berpirsên saziyên mediyayê yên herêma Kurdistanê civiya û naveroka lihevhatina vê dawiyê ya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê ku ew lihevhatin bûye beşek ji qanûna budceya hikûmeta Îraqê a sala 2015ê, zelal kir.

“Tirkiyê 5 caran hevdîtin ligel YPG pêk anî“

Serkirdeyê PKK û fermandarê giştî yê hêzên wê Murat Karayilan, di hevpeyvîneke xwe de ligel ajanseke nêzîkî partiya xwe got, di derbarê operasyona vegihestina gora Silêman Şah de, hevdîtin di navbera hikûmeta Tirkiyê û berpirsên kantona Kobanî de çêbûn.

Îran ji Kurdan çi dixwaze?

Îran di mehên borî de bi dehan xortên Kurd bi darve kir. Herî dawî, di rojên 20-21 sibata 2015 de xortên bi navên Saman Nesîm, Elî Eşfarî û Hebîb Efşarî bi tawana endambûn di rêxistinên Kurdî’ de hatin bidarvekirin. Serde jî malbatên xortên şehîd hatin tehdîtkirin, ku nabe ew şîna kurên xwe bigirin. Hewldanên weha dirinde li cîhanê tenê li devereke wek Îranê tên dîtin, ku mirov li ser nasname, ol û baweriya xwe werin darvekirin.

Dr. Izet Efendî: PYD nexweşxane talan kir û dizî

AVESTA KURD - Xwediyê mezintirîn nexweşxaneya li Kobanî Nexweşxaneya Viyena Dr. Izet Efendî, li ser rûpela xwe ya Facebookê, nivîsek weşand û têde ragihand ku piştî derxistina DAIŞ ji Kobanî nexweşxaneya wî bi temamî hatiye dizîn û talankirin.

Nêçîrvan Barzanî 500 mîlyon Dolar ji Tirkiyê anî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, ji bo peydakirina mûçeyê fermanberan 500 milyon dolar ji welatê Tirkiyeyê aniye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com