Serrûpel Nûçe Ocalan banga kongreya çekdanîne kir

Ocalan banga kongreya çekdanîne kir

Belav bike

 

Di Newroza Amedê de, ku bi hezaran xelk beşdarî bibûn, nameya Ocalan  kurdî ji aliyê Parlamentera HDPê û Endama Şanda Îmraliyê Pervn Buldan ve û ya tirkî jî ji aliyê Parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder ve hat xwendin.

 

Ocalan di nameya xwede got niha em rûbirûbûyî pêvajoyeke nû ne û divê kongreyek ji çekdanînê bê pêkanîn ku bi wê kongre dê serdemeke nû dest pê bike û ew kongre dê dîrokî be.

 

Ocalan herwiha got ez bang li netewe dewletan dikim ku bila di nav xwe de, bi siyaseta demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewe dewlet bila di navbera xwe de, mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.

 

Peyama Ocalan wihaye:

“Ji hemû gelên me re;

Ez Newroza hemû gel û dostên me yên li cem aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê sekinîne silav dikim. Qeyrana polîtîkayên neolîberal ên ku kapîtalîzma emperyalîst û hevkarên wê yên herêmî li ser hemû dinyayê ferz kirine, di welat û herêma me de, bi awayeke wêranker tê jiyîn. Cudahiyên olî û nîjadî yên çand û gelên me, di nav vê qeyranê de, bi şerên nasnameyan ên bê merhemet û bê wate tên tinekirin. Ne nirxên me yên dîrokî, ne yên nûjen, ne jî yên wijdanî û siyasî ji vê tabloyê re, ti carî nikare bêdeng û bêhistiyar bimîne. Berevajiyê vê, mudahaleyeke lezgîn, berpirsiyariya me yên yeqîniyên olî, siyasî û exlaqî ye.

Têkoşîna ku me ji bo demokrasî, azadî, biratî û aştiya bi rûmet a gelên welatê me, meşand; îro di şêmûgeke dîrokî de ye. Têkoşîna tevgera me ya çil salan a ku bi êşan dagirtî ye weke ku vala neçû, hatiye merhaleyeke wisa ku nikare bi heman awayî bê meşandin. Dîrok û gelên me, ji me, çareseriya demokratik û aştiyeke li gorî ruhê serdemê dixwazin. Li ser vê bingehê, di Qonaxa Dîrokî ya Dolmabahçeyê de, bi bingeha deklerasyona ji deh xalan pêk tê ya ku ji aliyê me hemûyan ve, bi awayekî fermî hat îlankirin; em bi destpêkirina pêvajoyeke nû re rû bi rû ne. 

 

Bi pêkhatina mutebaqata li ser rêgezan a ku deklerasyon ferz dike; PKK têkoşîna ku teqrîbên çil sal in li dijî Tirkiyeyê meşandin û ji çekê pêk dihat, bi dawî bikin; ji bo stratejî û taktîkên xwe yên siyasî û civakî yên li gorî ruhê serdemê diyar bikin, ez, lidarxistina kongreyekê, pêwîst û dîrokî dibinim. Ez hêvî dikim ku di demeke herî kin de, em xwe bigihînin mutebaqata rêgezî û bi derbasbûna ji komisyona ku bi nûnerên parlamentoyê û ji desteya şopandinê pêk tê, em ê bi awayeke serketî realîzekirina vê kongreyê bijîn. Bi vê kongreya me, êdî serdemeke nû dest pê dike. Di vê serdema nû de, di nav Komara Tirkiyeyê de, bi bingeha welatîtiya destûra bingehînî, wek civakeke demokratîk û xwedî nasnameya demokratîk, em dikevin pêvajoya jiyana bi biratiyê ya di nav aştiyê de. 

 

Bi vî awayî em, ji ser paşxaneya Komara Tirkiyeyê ya 90 salî ku bi pevçûnan tije ye, gav davêjin û ber bi pêşerojeke ku bi aştiyeke rasteqîn û bi krîterên demokratîk ên gerdûnî hatiye hûnandin ve dimeşin. Tişta ku li dîroka rasteqîn a Newrozê tê jî, di hizûra we de, silavkirina merhaleyeke wisan e. Lê bele, diyardeyên ku ji bo welatê me û gelê me rast in, divê, di heman demê de, ji bo herêma me ya bi pîroziyan tije ye jî, derbasbar be. Rastiya kapîtalîzma emperyalist a bi giştî dused salên dawî, bi taybetî jî ya sed salî ev e ku li ser bingeha neteweperestiya netewedewletiyê, nasnameyên nijadî û olî, bi awayeke li dijî cewherê xwe, ber bi hindurê xwe ve tewandin û ji hev re kirin dijmin; yanê li gorî politikaya perçe bike û bi rê ve bibe, hebûna xwe bi awayeke bê merhamet heta roja îro anî!

 

Divê em bizanin ku hêzên emperyalîst ên ku dev ji emelên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bernedane, zordariya wan a herî dawiyê bi şikilê DAIŞ’ê derketiye holê. Ev rêxistina ku wateya hovitiyê jî, bê wate dihêle; bêyî ku bibêje ev, jin û zarok in, di serî de Kurd, Tirkmen, Ereb, Êzidî û Asûrî-Suryanî, li dijî hemû gel û yeqiniyên herêmê, komkujiyên hovane pêk anîn.

 

Roj ew roj e ku vê dîroka bê merhamet û wêranker bi dawî bikin û derbasî aştî, biratî û demokrasiyê ya ku li gorî paşxaneya me ya rasteqîn bibin. A ku ez rast dibînim û ya ku li gorî baweriya min e, ev e ku netewe dewletên ku, neteweperestiya wêranker, tineker, pevçûner aniye dinyayê, jê bihartina bi siyaseta demokratîk, bi nasnameyên demokratik ên vekirî re, neçariya derbasbûna hevpariyekê ye. Ji bo vê yekê, ez bang li netewe dewletan dikim ku bila di nav xwe de, bi siyaseta demokratîk, cureyeke nû ya hevpariya demokratîk pêk bînin û dîsa netewe dewlet bila di navbera xwe de, mala hevpar a demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.

 

Bê vê, bi sedema îro, ez bang li xort û jinên ku ji bo azadiyê perwaz didin dikim, ku piraniya civata we ya mehşerî pêk tînin, bila di têkoşîna wekhevî û azadiyê de, di qadên aborî, civakî, siyasî û ewlehiyê yên serdema li ber me de, bi awayekî herî çalak cih bigirin û bi ser bikevin. Derveyî vê, ez silav li berxwedan û serketina Kobanê dikim ku hem ji bo herêma me hem jî ji bo dinyaya navneteweyî wateyeke xwe ya mezin heye. Li ser vê bingehê, ez silav li ”Ruhê Eşmeyê” dikim ku wek remza dîroka nû ya di navbera gelên me de ye. Hemû van tespîtên ku min hewl da ku ez li jor diyar bikim; eger bi hevokekê bibêjim: ev, ji bo wek civak ji nû ve revizyon, restorasyon û ji nû ve avakirina dîrok û rojaneyîtiyê bangeke hêja ye.

Careke din, ez di şexsê vê Newroza dîrokî de, bi daxwaza, ji bo hemû mirovatiyê bibe sedema xêrên mezin, silav dikim.

 

Bijî Newroz, Bijî Biratiya Gelan…”