Serrûpel Nûçe Barzanî: Emê navçeyên rizgarkirî biparêzin

Barzanî: Emê navçeyên rizgarkirî biparêzin

Belav bike

Nêçîrvan Barzanî duhî li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn kir.

Li gorî daxuyaniyeke Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de rewşa penaber û koçberên li Kurdistanê kirin, ku çi barek ketiye ser milê hikûmeta wê de. Di demekê de ew bi xwe rastî krîzeke darayî û şerekî mezin hatiye.

Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn spasiya Hêzên Pêşmerge kir ku, karîne bi wêrekî li dijî rêxistina DAIŞê şer bikin. Herwiha da zanîn ku welatê wî amade ye ku birîndarên Pêşmerge derman bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şanda mêvan piştrast kir ku, Herêma Kurdistanê bi bê cudahiya olî,mezhebî û neteweyî deriyê xwe ji koçberan re vekir.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, “Ev şerê ku Pêşmerge li dijî DAIŞê dike, bo parastina bingehên mafên mirova ne, ku xelkê Kurdistanê ligel xelkê azadîxwaz û mirovdostên cîhanê, şirîk e di wan bingehan de û berdewam wan li ber çawê xwe digire.”

Herwiha Barzanî behsa rewşa siyasî li Iraqê û rewşa eniyên şer û bi taybetî jî rewşa bajarê Mûsilê kir û tekez jî kir ku, “Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser parastina wan navçeyên rizgarkirî û dê hemû alîkariyekê bo nemana terorê pêşkêş dikin.” Rûdaw