Serrûpel Nûçe Mezinekî DAIŞ yê Kurd hate kuştin

Mezinekî DAIŞ yê Kurd hate kuştin

Belav bike

Di daxuyaniyê de hatiye ku, ew operasyon li Sahil Eyemn a taxa Sewre ya nêzîk taxa Hafiz li bajarê Mûsilê hatiye encamdan, ku têde “terorîstê mezin” Ziyad Selîm Mihemed El Kurdî navdar bi “Ziyad Kurdî û Mensûr” hat kuştin.

Navborî di sala 2004an de peywendî bi rêxistina Tewhîd û Cîhad a ser bi Qaîde ve kiribû, sala 2006an jî hatibû girtin di girtîgeha Buka de û bi berpirsiyaretiya encamdana gelek karên terorîstî tohmetbar bû.

Piştî girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê, ve, Ziyad Kurdî di çendîn post de cihgirtibû we berpirsê leşkerî yê Sahil Eyser, Zumar, Kesk, Bendava Mûsilê, Filfîl, Tilkêf, Berele, Guwêr û Mexmûrê.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku, Ziyad Kurdî berpirsyar bû li ser terorkirina dehan welatiyên Kurd û welatiyên din ên bêguneh.

Berî niha jî du birayên wî “terorîstî” di operasyonên ezmanî de hatibûn kuştin. bas