Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, proseya veguhertinê li gundên Nubil û Zehraa birêve çû, ku bi navbênkariya Desteya Bergirî û Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Efrînê bû, di encam de Eniya Nusre 10 zarok û 15 jin ji pêkhateya “elewî” serbest berdane.
Ew welatiyên elewî beriya salekê di dema êrîşa çekdrên Eniya Nusre li ser gundên Nubil û Zehraa hatibû dîlkirin.
Di beramber de, çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê, Serkirdeyê Leşkerî Di Artêşa Islamê De “Yûsif Zeraa” serbest berdan.
Ev yekemîn car e belav dibe ku, aliyekî kurdî navbênkariya Eniya Nusre û çekdarên alîgirên rejîma Sûriyê dike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Efrînê di 29ê Çileya sala borî de, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend alîgirên wê ve hatibû ragihandin, heta niha jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî wê rêveberiyê nebûye û itîrafê jî bi wê nake. BAS