Serrûpel Nûçe “Heyder Şeşo bi fermî hatiye girtin û karekî ne yasayî dikir“

“Heyder Şeşo bi fermî hatiye girtin û karekî ne yasayî dikir“

Belav bike

di destpêka meha 2 yê îsal hatin agahdar kirin ku rê nayê dayîn ku tu hêzek ji derveyê desthilata yasa bê dirust kirin û dû meh muhlet bi wan hate dayîn ku pêwîste heta destpêka meha 4ê 2015 xwe yek alî bikin. Eger mebesta wan bê ku xizmeta Şingal û Kurdistanê bikin dikarin bi awayeke fermî li rêza hêzên Pêşmerge ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve beşdarî bikin û bêne rêkxistin.

Her çende ew sûr bûn li ser hewlên xwe û tehdîda desthilata Herêma Kurdistanê dikirin, li vir radigihînin bi tu awayekî rê nayê dayîn hêzên ne yasayî bêne dirust kirin û serpêçîkar û binpêker jî li gor yasa muamele li gel wan da dihête kirin.

Ji ber wê yekê ku Heyder Şeşo berpirsê vê taqime û çend kesekî din bi awayeke fermî û eşkere hatine destgîr kirin û didine dadgehê, kesek jî nehatiye wenda kirin û bi nihênî nehatine destgîr kirin.

Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
06.04.2015