Serrûpel Nûçe PYD li Efrînê bi fermî ala Kurdistanê qedexe kir

PYD li Efrînê bi fermî ala Kurdistanê qedexe kir

Belav bike

“Kantona Efrînê” reveberiya xweser biryara qedexekirina ala Kurdistanê derxist.  Reveberiya PYDê biryar derxist ku heçî kesê ala Kurdistanê li ser avahiya xwe bilind bike û weneyêserokên Kurda mala û avahiyên xwe ve bike, dê bête siza kirin.

Têzanîn ku van demê dawî xelkê ji îdare û kiryarîn PYDê û hevalbendên wan nexweşin alayên Kurdistanê û herweha weneyên serokê netewî Mistefa Barzanî radikin.

PYD ji vê yekê nexweşe û ji bo vê jî ev qedexe kiriye.  Tê zanîn ku dewletên dagirker ala Kurdistanê qedexe dikin. Lê dema kurd bi xwe vê yekê bikin rastiya wan jî derdikeve holê. Dixweyê bi destê xweseriya PYDê nirxên kurdan têne winda kirin.