Serrûpel Nûçe Barzanî roja yekşemê li Emerîka ye

Barzanî roja yekşemê li Emerîka ye

Belav bike


Derbarê hevdîtinên ku dê Barzanî li Washingtonê pêk bîne, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Mari Harf ragihand ku, Barzanî dê ligel Barack Obama, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Toni Blinken bicive.

Mari Harf di konferensekî rojnamevanî de ragihand ku, ew li hêviyê ne ku Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ligel roja Yekşema bê li Washingtonê be.

Harf diyar kir jî ku, ji ber ku Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li derve ye, dê Barzanî ligel alîkarê wî Toni Blinken hevdîtinekê pêk bîne.

Derbarê naveroka civînan de jî, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka aşkere kir ku, di civînan de wê alîkariya ku welatê wê dide Herêma Kurdistanê bê nirxandin.

Li gor ku hatiye ragihandin jî, dê serdana Barzanî ya Washingtonê 3 rojan dirêj bike.

Berî niha jî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihandibû ku, pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê dê yek ji dosyeyên serdana Barzanî ya Amerîkayê be, tevî pirsên şerê li dijî DAIŞê, alîkariya Pêşmergeyan û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê.