Serrûpel Nûçe Gelê Mehabadê hotêlê dişewitînin (FOTO)

Gelê Mehabadê hotêlê dişewitînin (FOTO)

Belav bike

Gorî nûçeyên rast û yên nehatî piştrast kirin li ser vê bûyerê, herwiha ji zarê hejmarek hemwelatiyê bajarê Mehabadê, Ferînaz bûye qurbaniya siyasetên çevt yên xwediyê hotêlê yê bi navê “Nadir Molodî”.

Navborî biyava destdirêjiya cinsî ya karmendekî birêveberiya Îtiaata Mehabadê bo destdirêjiya cinsî bi Ferînaz Xusrowanî amade kirye û wê keça Kurd jî bo parastina xwe bi neçarî xwe bilindiya hotêklê re avêtiye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Piştî belavbûna wê nûçeyê di torên civakî de, hemwelatiyan bertekên tundn nîşan dan û nerazî bûna xwe dan xuyandin.
Herwiha bi belav bûneke berfihe a wê nûçeyê li ser medya û torên civakî, ji aliyê kampaniya û girûpên cihê reng, biryar hat dayên xwepêşandan hember wê hotêlê bên lidarxistin.

Heya niha tu nûçeyeke piştrastkirî û nûçegihaniyên girêdayî bi hikûmeta Îranê ev bûyer piştrast nekirne. Herwiha xwediyê hotêla navborî jî nehatiye binçavkirin.

Ferînaz Xusrowanî 26 salî û rûniştyiya Mehabdê bû. Ew xwedî bawernameya karnasî di beşa kampûterê de bû.

Li hember vê destdirêjiya zilamê istîxbarata Îranê û xwekuştina Keça Kurd gelê Mehabdê dakete kolanan, agir berdan hotêlê û şer di navbera wan û polsan û hêzên ewlekariyê de derket.


Kurdistan Media