Demîrtaş, got Erdogan ditirse ku HDP benda sedî 10 derbas bike û wiha axivî: “Dixwazin me di bin bendê de bihêlin. Ew dizanin ku em bikevin parlamentoyê emê hesabê wan çekên ku ji DAIŞ’ê re şandine ji wî bipirsin. Eger hinekî xirûra te hebe, dema AK Partî di hilbijartinê de şikest, divê tu jî îstifa bikî.” Demîrtaş, bal kişande ser wê yekê ku hîn jî xetera benda sedî 10’ê ji bo wan heye û dengek jî dikare bendê perçe perçe bike. Ji ber vê yekê divê herkes heta deqeya dawî jî bê rawestan ji bo hilbijartinê bixebitin.