Serrûpel Nivîskar Dewleta kurdî û birakujî

Dewleta kurdî û birakujî

Belav bike


Hin îstîsnayên lawaz ne tê da, jixwe partî û rêveberîyên sîyasî yên Kurd ne xwedîyê wê kapasîteyê ne, ku firsendên dîrokî biafirînin û çareserîya milletê xwe dest nîşan bikin.   

Ji ber mercên navneteweyî çend sedsal carek fersendeke dîrokî ji bo qetîna ji zincîrên benîtîyê, ji bo avakirina dewleta kurdî dertê holê.

Di vê pêvajoya dîrokî da, ku nadîren bi dest dikeve, ew partî û rêveberîyên Kurd, yan dikevin kemîna şerên birakujîyê. (bi gotina rast; xwekujîyê)

Yan jî careke din dibin xizmetkarên wan dewletên dagirkerên hilşîyayî û yên hatine ber hilşandinê. Careke din hêz û hêvîyeke taze didin dewlet û sazîyên wan hilşîyayîyan.

Binihêrin li pêvajoyên dîrokî. Ev her domdar bûye heya îro. Berê beg û mîrîtîyên Kurdistanê merêba û xulaman ji bo berjewendîyên xwe û yên împaratorên şah û paşayan bi hev didan kuştin.

Îro partî û hizib peywira wan mîr û begleran wergirtine. Do birakûjî hebû, îro hinek kêm bûbe jî, her berdewam e ev bêyomî.

Heta dewletek û di bin ewlekarîya wê dewletê da yekîtîya milletê Kurd çênebe, Kurd ji dagirkeran, ji bawerî û îdolojîyên bîyanî neqetin, ev birîna birakujîyê, xwekujîyê wek birîneke nekewbûyî dê hertim bidere.

Ev rastî dê metirsîya potensîyela birakujî û xwekujîyê hertim zindî bihêle.

Ev jî qedereke bêyom a reş e ji bo milletê Kurd.

Ne yasa û nîzameke neteweyî heye ku birakuj were girtin û darizandin, ne jî hişmendîyeke neteweyî heye ku vê nexweşîya derûnî sax bike.

Kê bi destê birayê xwe hat kuştin, çû ji kîsê heft bavê xwe.

Tênê di vê 40-50 salên dawîyê da di şerê birakujîyê da hejmara kuştîyên birayan ji deh hezarê derbaztir kir.

Hela em yên di nav partîyan da bi angaşta “xayîntî kirin” hatine kuştin, lê zêde bikin dê hejmareke erjeng derkeve pêşîya me. Ji vana yên di nava PKKê da ku bi xwe jî bi awayekî fermi dibêjin, digihîjin bi hezaran..

Di van deh salên dawîyê da bi guherîna şertên nevneteweyî li herêmê û bi awayeke nisbî be jî pêşketina milletê kurd ber bi netewbûnê da, şerê birakujîyê rawestîya bû. Êş hinek sivik bibû, millet bi vê rewşê xweşhal bû, nefesek wergirtibû. 

Tam di vê qonaxa dilxweşiyê da PKK li başûrê Kurdistanê li herêma Kêlaşîn bi hinceta ku PDK-Î, “bê destûra” wê hatîye li wir kampek vekirîye, hêrîşî pêşmergeyên wê kir û birayê xwe yê bi nave Qadir Kerîmî kuşt!

Hin “stratejîsyenan” bi analîzên leşkerî, mîna „divîyabû destûr bihata xwesin, ev herêm ya wê hêz û partîyê ye, ev a ya din e, meseleyê di bin mijê da hîştin. Ji vir jî rewadîtina parçebûn û parselkirina Kurdistanê dertê hole.

Ev şaşîyeke bêbexş e.

Hêvî dikim hewldanên Mesud Barzanî û Parlamentoya Federal a Kurdistanê berdewam bin û hemû partîyên Kurd bi hişmendîyeke Kurdistanî tev bigerin, ji bo artêş û dewleteke yekgirtî, daku ev bûyerên rûreş ên birakûjîyê abadîn rû nedin.  

Kurdistan ne milkê bavê ti hizib, partî û eşîrê ye. Kurdistan bi hemû rengên xwe va malê hemû gelê ye ku li serê dijî.

Milletê vî welatê destûra jîyana li ser welatê xwe ji kesî nesitandîye. Xweza vê destûrê dayê û dîsa xweza dikare jê bisitîne.

Nabe! Di malekê da birayek derbasê odeyeke din be, here metbaxê yan jî tuwaletê destûrê ji birayê din bixweze.  

Hatin û mayîna hêzên bîyanî yên dagirkeran li Kurdistanê sedemê şer e, ne yên partîyên kurd, ne yên Kurdistanî. Heke yek ji wan hêzên bîyanî dema ji sînorên te derbas be, divê ji artêşa te, ji dewleta te destûrê bixweze.

Lê ne sînor heye, ne artêş û ne jî, dewleteke te ya serbixwe ya ji bo hemû Kurdistanê.

Bajar û gundên welêt di bin paletên tankên rejima fesadên ayetullahan da, bi bombeyên balafirên hîllekarên tirk îslamîst û tirk-kemalîstan dinale. Mîna milkê bavê xwe ji alîyekî dikevinê ji alîyê din dertên.

Hun radibin dibêjin partîyeke Kurd divê destûrê ji min bixweze û dibin sedemê şerê birakujîyê. Ev paradox e û bêdadî ye.

Madem we tevgera azadîya bakûr radestê zerokên ku bi terbîyeya cumhurîyeta tirk mezin bûne, kirîye û hun dibêjin “me xwe îspat kir, em bûn hêzeke “Tirkîyeyî”, wê demê mafê her Kurdeke/î heye ji we ra bêje; “Kerem kin herin welatê xwe yê `Tirkîyeyê´.”

Sorkirina çeteyên daîşê li Kurdistanê. Amadekirina çeteyên nû bi dewletên Tirk, Îran û Îraqê va girêdayî mîna hizbillah, cindillah, heşdê şeîbî felan ji bo hêrîşên nû li Kurdistanê, hemû jî astengkirina dewleteke yekgirtî ya kurdî ye, ku beyan lê der bûye.

Dixwezin vê beyanê reş û tarî bikin.  

Partîyên Tirk, Îran, Îraq xizmetkarên dewletên xwe ne. Artêşên wan jî.

Sitratejîk armanc dive qetîna ji dewletên dagirker be, neku her care enerjîya tevgera azadîya kurdî di parlamentoyên wan da vala û badîhewa bikin. Yan jî bi partîyên wan ra demê derbas bikin, hevkarîyê bi wan ra bikin û tevlê sûc û gunehên wan bin.

Dîrok ne yarê kesî ye, dive ders jê were girtin.  

Dewleta Tirk bi provakasîyonên nû, ku van rojên dawîyê li Amed û bajarên din ên bakûr rûdidin ra berdewam di nava planên nû da ye li dijê yekîtî û dewleta Kurdistanê.

Mîna wê, wisa jî dewletên Îran û Îraqê û heta ew Surîyeya nîvmirî jî…

Dijmin e, fêm dikim.

Tiştê ku fêm nakim, Kurd ji bilî yê Kurdistanê leşkerên her kesî ne.

Leşkêrên Tirk, Ereb, Faris, mîna ku ev têr nekiribin di bin nave leşkerên “xwedê”. “pêxember” da dîsa vedigerin dibin leşkerên wan dewletan.

Leşkerên serok û partîyan in. Lê ne yên artêşa Kurdistanê ne.

Ev jî yek ji wan alîyên Kurdan ê seyr e, ku fêmkirina wê ji bo min gelek zor e.   

10.06.2015                                                                             

Ewdil Dirêj