Baydemir, diyar kir ku 160 kes niha li nexweşxaneyên Riha têne dermankirin.
Parlamenterê HDP her wiha got, tiştê ku li Kobanî çêbû komkujî bû.
Osman Baydemir li Ruha çû serdana birîndaran, hevdîtin ligel wan pêk anî, û li birîndran guhdarî kir, gelek malbat hebûn ku komkujî li dijî wan pêk hat û neferekî tenê jî ji wan rizgar nebû.
Osman Baydemir her wiha pirs kir, ka çi bi serê wan çekdarên DAIŞ ku ji Girê Spî reviyane Tirkiyê hat, ew niha li kuderê ne? Heta ku bersiva wan pirsa neyê dayîn, wê bawerî bi Tirkiyê nemîne.
Bademir got, emê li aliyê birîna xwe derman bikin, li aliyê din jî emê li hember zaliman li ber xwe bidin.