Ji Akademiya Cambridge Doktoraya Fexrî stand
AVESTA KURD - Li Qahîre Akademiya Cambridge fermandar Sîrwan Barzanî û 9 kesayetiyên din, bi doktoraya fexrî ji ber xizmet û xebatên wan xelat kir.
Suleyman Demirel jî mir
Süleyman Demirel (* 1'ê sermawezê 1924 li Islamköy (parêzgeha Isparta, 1 hezîran 2015). yek ji siyasetmedarên navdar ên Tirkiyê ye.
Salih Misilm û Ebadî “bi diz” lihev dicivin
Salih Misilm û Heyder Ebadî li Bexdayê “bidizî” live dicivin, li ser hevahengiya Iraq û PYD di alîkarîkirina rejîma Sûriyê de jî “rêkeftine.”
“Girê Sipî ji destê DAIŞ derket”
AVESTA KURD - Îro bi temamî bajarê Girê Sipî ku bi erebî jêre dibêjin Til Ebyed ji aliyê hêzên YPG û Volkana Furat ve hate kontrolkirin û ji destê DAIŞ derket. Til Ebyed weke keleha DAIŞ dihate hesibadin. Bi kontrolkirina wî bajarî re, êdî herêma Cizîrê û Kobanî bi hev re têne girêdan. Di vê navberê de hinek çekdarên DAIŞ ku direviyan Tirkiyê ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatine girtin.
“Barzanî wê heta 2 salên din serxwebûnê ragihîne“
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, haya me jê nebû dê Barzanî fermana hilbijartinên serokatiyê bide. PDK jî dibêje, eger Barzanî 4 salên din bibe serok dê di du salên destpêkê de serxwebûnê ragihîne.
Stêrka Hollywoodê li Girê Sipî şerê DAIŞ dike (Vîdyo)
Lîstikvanê Hollywoodê yê navdar yê brîtanî, tevlî şervanên YPG bû û şerê DAIŞ dike. Niha ew li Girê Spî ye û di sengerên şer de li dijî DAIŞ şer dike. Michael Enright (51 salî) di sînemaya Hollywoodê de kesekî naskirî ye û weke stêrkeke karîbîk tê naskirin.
2 polîs Demirtaş diparêzin
Piştî derketina şerê di navbera HUDA-PAR û HDP de, hikûmeta Tirkiyê 2 polîs weke zêrevan dane hevserokê HDP Selahedîn Demirtaû, ji bo ku wî biparêzin.
Ew her du polîs wê bi awayekî fermî Demirtaş biparêzin, ji xeynî kesên sivî yên nêzîkî wî ku bi wî re digerin û wî diparêzin.
Bedîlê OCALAN tune ye!
AVESTA KURD - Piştî serkeftina HDP di hilbijartinan de û garantîkirina 80 parlamenteran, di medyayê de nûçeyn wiha hatine belavkirin ku êdî hevserokê HDP Selahettin Demirtaş, zêde derdikeve pêş û ewê cihê Serokê PKK Abdullah Ocalan bigire.
Hinek şîroveger û rojname û malperên internetê di nûçeyên xwe de ew weke rêberekî Kurd û hinekan jî weke Obamayê Kurd bi nav kirin.
Hinek aliyan jî gotin êdî ewê bikaribe cihê Ocalan bigire. Lê her kesî û hemû aliyan ji bîr kirin ku ne kesek dikare cihê Ocalan bigire û bedîlê serokê PKK Abdullah Ocalan jî tune ye. Her kes dikare li gora xwe rola xwe bilîze lê kesek nikare rola Ocalan bilîze.
Ocalan heta niha jî klît e, û li derveyî wî tu pirsgirêk nayên çareserkirin, bi taybetî pirsên girêdayî PKK û pêvajoya çareseriyê. Kî ji xeta Ocalan derkeve ew wenda dike.