Wezareta Derve ya Amerîkayê dilgiraniya xwe ji valakirina herêma Til Ebyedê ya Sûriyê nîşan da û ragihand, balafirên şer pişta YPGê nagirin tenê li DAIŞê didin.
Hêzên YPGê bi piştgiriya balafirên hevpeymaniya navdewletî hemû gundên di navbera bajarokê Serêkaniyê û bajarokê Silûk de kontrol dikin û niha Silok ji sê aliyan de dorpêç dikin.
Fatma keçeke 3 salî ye. Li Idlibê di encama teqandina bermîlekê de hate şewitandin. Tevî malbata xwe ji bo dermankirinê çûne Tirkiyê. Niha ji aliyê doktorên Tirk ve tê dermankirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî "Selfie" ligel serokê Lîjneya Pêşmerge Arî Hersîn û Dr. Mihemed Elî berdevkê frakisyona PDK di parlamentoya Kurdistanê de kişand. Ev wêne Arî Hersîn li ser rûpela xwe ya Facebookê weşand
AVESTA KURD - Hunermendê Kurd Brader Musikî ji aliyê tevgera SOZ ve ji ber xizmet û xebata xwe di warê hunerê de hate xelatkirin. Di merasîma xelatê de, behsa wê yekê hate kirin ku Brader Musikî gelek stran ji bo pêşmergeyan û berxwedana wan gotine.