AVESTA KURD- Hikûmeta herêma Kurdistanê, teqîna ku li Amedê di mêtînga HDP de çêbû û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûn, bi tundî şermezar kir.
Şervanên YPG/YPJ’ê di navbera çiyayê Kizmanan û gundê Alya yê girêdayî Til Temirê de, 7 gundên din ji çeteyan paqij kirin. Şervanan her wiha rêya Ebû Xeşeb ku diçe Reqa û Dêra Zor girtin.
Êrîşên ku li Çewligê(Bîngol) û li Erziromê li himberî HDPê hatine kirin, bi destên xêrnewazên ku li dijî azadîyê û demokrasîyê nin, hatine lidarxistin.Me berîya vê jî gelek caran provokasyon û êrîşên bi vî rengî dîtine.
Serokê HDPSilhedîn Demîrtaş jî li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê di mitînga partiya xwe de axivî û rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan girtin.