Serrûpel Dosya Eger hevkariyeke Emerîkî-PKK çêbibe!

Eger hevkariyeke Emerîkî-PKK çêbibe!

Belav bike


Pêş dora sê salan min nivîsand ku li herêmên kurdî yên aliyê Sûriyeyê her tişt êdî di dest PKK de ye û lewama encam li wan herêman baş bin yan xirab bin berpirs PKK ye. Ez ê xwe di vê gotarê de nexim nav gengeşeya ka encam ta nuha baş bûn yan xirab bûn. Lê dixwazim ragihînim ku va demek e PKK xwe xistiye nav têwerkirinek e (adventure) gellekî tehlûke, çiqa ne bi navê xwe yê fermî be jî. Ev tehlûke ne ji bo PKK bi xwe ye, lê ji bo siberoja Kurdên sûriyeyê ye. Ez ê li jêr şîrove bikim, ka mebest bi tehlûkeya siberojê çi ye û sedemên wê:

Berê bidim zanîn çima “PKK,” û ne “YPG” yan “PYD…” bi kar dihînime. Bi kurtî, ji ber ku “YPG” û “PYD” û navên manî navên teknîkî ne, wek navên gellek rêxistinên PKKyî. Berpirsên YPG û PYD ne serbixwe ne û nikarin biryarên bêyî fermana, yan bi kêmasî razemendiya, serdariya PKK bigirin.

Va bû nêzikî salekê ku hevkariya PKK li Sûriyeyê bi hêzên amerîkî re êdî aşkere ye û di navbera wan de ko-ordînasyoneke siq heye. Her weha aşkere ye ku gerîla gellek caran, bêguman bêyî zanibûna pirraniya ciwanan di nav wan de, bi rola leşgerên amerîkî yên peyade radibine. Wekî dihêt zanîn, sala çûyî serokê amerîkî Barack Obama û berpirsine din ragîhandin ku bêyî hebûna hêzeke leşgerî ya pêbawer li ser erdê rola lêdana firrokî dê bêyî sûd be. Ji ber ku Obama soz daye ku dê hêzên amerîkî ji bo şer rêneke, gerîla carine ji karbidestiya Obama re bi rola leşgerên amerîkî radibine. Yanê: Amanca Amerîka lêdana Da’iş e, lê hêzeke li ser erdê divêt da ku li dû lêdana firrokî şûna çekdarên da’işê bi dest xin û rê li vegera wan bigirin. Mirov neçar e texmîn bike ku li hember vê hevkariyê Amerîka alîkariya aborî (çiqa bilind ne diyar e) û ya leşgerî (cehekên pirr giran ne tê de) dide PKK (Li Sûriyeyê). Hinek raportên rojnameyên rojavayî, bi taybetî amerîkî, ji mêj ve gotina hevkariyê û ko-ordînasyonê dikine, lê çi ragîhandinên ku aşkere bikin ka şert-û-mercên vê hevkariya ku bi nav “bi Kurdên Sûriyeyê re” ye di dest de nînin.

Em dikarin bibêjin, baş e, ma ji vê çêtir? Ger mebesta Amerîka rast alîkirina Kurdan, parastina wan û domandina vê siyasetê bûya, me dê bigota gellekî baş e, lê ne weha ye. Ji sal 1946 û vir ve hukûmetên amerîkî çendîn car li paş perdeyan, yan nîvaşkere, Kurd bi kar hanîne û rojek hatiye dest ji wan berdaye û bi encamê bêtareke mezin bi ser doza kurdî de hatiye. Mirov dikare Komara kurdî li Mehebadê (1946), bêtara sal 1975 bi encama Lihebhatina li Cezayirê dawî dayî şoreşa kurdî ya ku li başûrê Kurdistanê serkevtinên mezin bi dest xistibûn, bêtara adara sal 1991, dema dora milyonek Kurdên başûr reviyan çiyan û sînoran, rênedana bo serxwebûna başûrî Kurdistanê li dû ketina recîma Seddam Husên, rênedana firotina petorla kurdî, rênedana dayîna çekan bo pêşmergeyan bi awayekî rastraes wek nimûne bide.

Hukûmetên amerîkî çi caran ne amade bûne peymanên bi nivîs bi serdariya şoreşên Kurdî re mohr bikin. Her dem soz devokî bûye û ji ma’mûrên istixbaratî yan ji ma’mûrine ne şûnbilind yên wezareteke amerîkî bûne. Li milê din, karbidestî li DYA (Dewletên Yekgirtî yên Amerîka) her çend salan carê dihêt guhertin û bi guhertina partiya desthelatdar re berpirs û siyasetên nû dihên holê. Bi şêweyeke giştî, hukûmetên DYA her aşkere ragîhandine, bi encama peywendiyên bi welatên Ereban û Tirkiyeyê re û ji bo berjewendiyên xwe yên stratêjî û ekonomî, ku ew ne ligel damezirandina dewleteke kurdî ne, lê bo mafên Kurdan yên mirovî û û çandî piştgir in.

Amanca karbidestiya amerîkî ya nuhayî bi hevkariya bi PKK re çi ye?

Wekî dihêt zanîn, Obama û partiya wî rastî rexneyên tûj dihatin, ku çima hêzên amerîkî bo rawestandina Da’işê li Sûriyeyê û Îraqê bi kar nehanîn. Li dawiya dawiyê Obama stratêjiya bikarhanîna hêza firrokî bi rê xist, lê bêy rêkirina leşgerên peyade. Di heman demê de aşkere kir ku ji bo serkevtina lêdana firrokî hêzeke peyade li ser erdê divêt. Kurdan, hem gerîlayên PKK li herêmên kurdî yên aliyê Sûriyeyê û hem pêşmergeyan li başûr, xwe wek aliyên pêbawer piştrast kirin, ji aliyekî ve bo bidûrxistina tehlûkeya Da’iş û li aliyê din bi hêviya bidestxistina çekan û alîkariyên din. Li hember vê yekê alîkariya leşgerî (tenê çekên ku Îraq û Tirkiye dipejirînin) û ihtîmal mezin e her weha ya aborî ji Amerîka girtin. Çiqa belgehên fermî derbarê “alîkariya aborî” de di dest de nebin jî, mentiq, rewşa li pêş çavan û kiryarên DYA li şûnên din weha xuya dikin. Bo başûr ji karbidestiya amerîkî re hêsantir e, çiqa hewl dide bêyî razemendiya Bexdadê destên Kurdan henne neke jî, lê ne bo hevkariya bi PKK re, çimkî Amerîka, ji bo xatirê razîkirina Tirkiyeyê navê PKK xistiye lîsteya rêxistinên terorkar û ta nuha ne amade ye jê derxîne (bi encamê dewletine din jî navê PKK di lîsteya rêxistinên terorkar de hîştine, yek ji wan Australya). Bi gotineke din, Amerîka nikare aşkere bike ku bi PKK re hevkar e, wekî ku dikare ta radeyekê hevkariya bi pêşmergeyan û herêma Kurdistanê re aşkere bike. Lewma ew ji navê “YPG” hez dike, lê bêtir navê “Kurdên Sûriyeyî” bi kar dihîne, da ku ji aliyê fermî ve raber bike ku alîkariya “bi Kurdên Sûriyeyê re” beşekî alîkariya bi hemî aliyên li dij Da’işê û “hukûmeta sûrî” re ye. Bo numûne, berpirsên amerîkî, û bi encamê mîdyaya amerîkî û navneteweyî, radigihînin ku “Kurdên Sûriyeyê li filan derê li hember Da’işê bi ser ketin, yan ew qas ji wan kujtin…” Gotinê naxwaze ku PKK jî ji aliyê xwe ve vê hevkariya siq nixamtî dihêle. Erê rewş, berjewendiya rêxistinî û qezencên leşgerî/aborî hevkariya bi Amerîka re “helal” dikin, lê li milê din, ji roja damezirandina PKK û vir ve ye ku serokê rêxistinê Abdullah Ocalan Amerîka wek berpirsa hemî afatên Rojhilatê Navîn û şûnên din bi nav kiriye. Ji aliyekî din ve, rola PKK li Sûriyeyê û hevkariya bi Amerîka re, ger aşkere bibin, dikarin li Trikiyeyê ziyanê bigihînin rêxistinên corbicor yên PKKyî, yên ku nuha alên aştiyê, tevjiyana gelan û demokrasiyê… rakirine.

Bi kurtî, hevkariya amerîkî bi PKK re beşekî ji stratêjî/amanca karbidestiya Obama û Partiya Demokratan e, bi hêviya ku dê zûtir dawiya Da’işê li Sûriyeyê bihîne û bi encamê rêxistinê li Îraqê bêhêz bike. Wekî dê dûre xuya bikim, karbidestiya amerîkî hevkariya heta bi neyarên par re ji bo vê amancê dikêye, bi hêviya ku pêş hatina dema hilbijartinên amerîkî raber bike ku stratêjiya karbidestiya Obama serkevtî bû.

Tehlûkeya bo Kurdên Sûriyeyê

Ger hevkariya PKK bi Amerîka re tenê li herêmên kurdî û ji bo berjewendî û parastina Kurdên Sûriyeyê bûya, ev zewac, çiqa tenê kurtedemî bûya jî, dê baş û ta radeyekê pîroz bûya, lê encamên malwêranî li hinek herêman, bi taybetî bêtarên bi ser Kobaniyê û xelkê wê û gundên wê de hatinî, raber dikin ku amanca Amerîka tenê lêdana Da’işiyan e, ne avakirina mala Kurdan. Lêdana Da’işê bi serê xwe jî heye ku li berjewendiya Kurdan be, lê hevkariya her du aliyan nuha ji herêmên kurdî derketiye û xwe gîhandiye herêmên E’reban, heta gihîştiye “paytextê Dewleta Îslamî” Reqqayê.

Nimûneyekê li vir bidim. Firrokên amerîkî û hevalbendên wê dawiya hefteya derbas bûyî bi kêmasî 16 caran li amancên Da’işî yên li Reqqayê dan. Roja duşemê (6/07/2015), wezîrê amerîkî yê berxwedanê Aş Carter ragîhand, “Amanca lêdana piran (kopriyan) û navendên Da’işê li paytextê wan Reqqayê, berbendkirina derfetên wan yên li hember pêşvehatina hêzên Kurdên Sûriyeyê bû.” (Rojnameya brîtanî The Guardian: 7/07/2015). Bala xwe baş bidinê: “Hêzên Kurdên Sûriyeyê.” Kêşe li vir çi ye? Kêşe ew e ku 1: Da’iş ji aliyê xwe ve wê propagandayê belav dike ku “Kurdên kafir” ji bo Amerîka şer dikine. Her weha iddî’a dike ku qurbanên lêdana firrokî zaro û kesên medenî ne… Li ser vê propagandayê zêdetir dike û radigihîne ku “Kurd” E’rebên bêtawan dikujine yan ji gundên wan diqewitînine…” Em dikarin milyonek car bibêjin, “NA, ne weha ye…” lê ji bo bi sed-hezaran alîgirên Da’işê li welatên musilmanan û E’reban, em bixwazin-nexwazin girr û nefreteke tûj û berfireh li dij Kurdan bi rê dikeve. Propagandaya Da’işê, kiryarine li gundine E’reban û Tirkmanan qewimîn, bêbersiyarî û xeşîmiya hinek Kurdan, û bi ser de rola xêrnexwazan, weha kirin ku pêlên nefreteke li dij Kurdan di nav komên ji welatên musilmanan û E’reban de bi rê kevin. Hinek ji wan îslamiyên tundrê ne, hinek nasyonalîstên E’reb in, hinek xêrnexwazên ji komên din in, lê êdî hinek kesên ku li dij karbidestiya olî ne û berê sempatiya wan bi Kurdan re hebû, ew jî ji “Kurdan” bi guman in. Bo nimûne, çalakvanekî sûrî yê li dij Da’işê gotiye rojnameya Waşington Post, “Amanca wan nuha guherandina erdnigariya herêmê û damezirandina dewleta Kurdistanê ye, û rastiya rewşê ew e ku ev hemî di bin sîwana bombeberdana amerîkî de diqewimêye…” (www.businessinsider.com.au: 8/07/2015).

Her kesê bi siyastê dizane û cudatiya di navbera pêkenînê, yan xwexapandinê, û mentiqê de dinase dê bizanibe ku Kurdên Sûriyeyê, yanê pirraniya daniştvanên Kurd li aliyên Sûriyeyê daxwaza birêxistina dewleta Kurdistanê li herêmên Çiyayê Kurmênc, Kobaniyê û Cizîreya binê xetê nekirine. Ya rast, heye ku dora nîvê wan nuha ji warên xwe dûr perîşan bin, lê yên bi encama vê propagandayê û kiryarên bêyî berpirsiyasî bikaribin rastî bêtarên mezin bihên dê Kurdên Sûriyeyê bin, bi kêmasî yên li herêmên kurdî manî û yên li bajarên E’reban. Kurd dikarin bi şev û roj “galgala” boketî û qehremaniya xwe bikin, hinekên “bilmez,” û fersendkarhêner (opportunist), bi taybetî hinekên ne ji Kurdên Sûriyeyê, dikarin bi hêlehop behsa dewleta Kurdistanê li aliyê Sûriyeyê bikin; hinekên din dikarin E’reban û musilmanan riswa bikin, nifir û xirabpeyvên xwe biavêjin filan alîyî û bêvan komê, lê rastiya li ser erdê û ziyana ku dikare bigihê medeniyên Kurd li Sûriyeyê tiştekî din e. Propagandaya amerîkî û xarkirina rastiyê jî berpirsên kûrkirina nefreta li dij Kurdan in. Nimûneyeke din bidim: Firrokên amerîkî carine li amanceke Da’işê didin. Jimareke ji çekdarên Da’işê bi mûşek û bombeyên wan dihên kujtin, lê aliyê amerîkî radigihîne ku ew ji aliyê “hêza Kurdên Sûriyeyê” ve hatin kujtin. Nûçeyên weha di mîdyaya amerîkî de, ligel gerîlayan, bi taybetî yên jin, dihên belav kirin û bi encamê li seranserê cîhanê belav dibin. YPG jî ragîhandinên weha bo propagandaya xwe bi kar dihîne û ev hemî bêguman li keyfa me Kurdan dihên. Di wê demê de ku aliyê amerîkî ta dikare xwe ji nefreta musilmanan û alîne E’reb diparêze, em hesabê dawiyê nakin. Berxwedan û serkevtina di şer de li ser erdê welêt tiştek e, kujtina E’reban û îslamiyan li ser erdê E’reban û “bi alîkariya Amerîka” tiştekî din e û dikare bo siberoja Kurdan ziyanafer be, bi taybetî dema em bidin pêş çavan ku nefreta komî ji nifşan derbas yên din dibe.

Hevkariya PKK bi Amerîka re, bi taybetî li aliyên E’reban, dikare bêtarên mezin di siberojê de bi xwe re wîne û heta navê “kurdî” ji her sê herêmên Kurdan yên li aliyê Sûriyeyê rake, ger hat û karbidestî têkeve dest aliyekî bi nefreteke kûr li dij Kurdan. Ewên iddîa bikin ku E’reb her dem li dij Kurdan bûne şaş in. Ez li vir behsa dijberiya siyasî bo dewleta Kurdistanê nakime, lê behsa nefreteke kûr li dij mirovê Kurd li Sûriyeyê, wek kes û wek kom, dikime. Ji nuha ve şanên vê nefretê dest pê kirine, wekî barkirindana bi sedan malbatên Kurdan ji bajarên E’reban, girtina Kurdan û kujtina wan li hinek şûnan (Kobanî, 25/06/2015 bo nimûne) bo tolwergirtinê (heyfhilandinê) … Xweteqandina di nav Kurdên medenî de dikare zêde bibe, kujtina bêhêzên bêtawan dikar bêtir bibe, mulkê Kurdên li bajarên E’reban yên hîn neketinî dest Da’işê dikare ji wan bihêt girtin…

Mixabin, PKK guh nade gotarên weha û heye ku hinekên bilmez naverokê wek “propagandaya li dij PKK” bihesibînin. Ev jî “normal e,” ligel ku ji rastiyê dûr e. Di nav 30 salên derbas bûnî de min bi xwe, û bêguman gellekên din, çendîn car bi niyeta baş pêşniyazî bo PKK nivîsandine, heta min carê nameyeke dirêj ji serokê wê Abdullah Ocalan re şandiye, ku dostê hêja Osoyê Dadalî li Şamê gîhandibûyê. Min her weha nameyên vekirî ji berpirsên PKK re nivîsandine, ya dawîn bo Murad Karayilan (16/11/2012). Di beşekî wê nameyê de min weha nivîsandibû:
“Wek Kurdekî ku bûn 47 sal ji welêt derketiye û pirraniya jiyana xwe li derve derbas kiriye, wek kurê kurdekî zaza ji herêma Swêregê û dayeke ji herêma Deşta Sirûcê, û wek kesekî li herêma Kobaniyê ji day bûye; wek mirovekî ku meraqa mezin ya jiyana wî ew bûye ku gelê kurd pêş ve biçe, xwe bigihîne aramiyê, jieyaneke layiqe mirovên azad û amancên bilind, ez ji cenabê we û hevalên we yên serdariya PKK û rêxistinên wê dikin tika û rica dikime ku hûn dest ji yaxeya Kurdên Sûriyeyê berdin. Min berê gotibû, ku destbernedana we ji yaxeya Kurdên Sûriyeyê dê bibe egera kêşe û pirsgirêkên mezin, dê nakokiya di navbera Kurdan de berfirehtir bike. Herêmên Kurdan li binê xetê xwediyên rewşeke erdnigarî, dîrokî û siyasî yên bi serê xwe ne. Xelkê kurd li wir xwediyên taybetmendiyên xwe ne û divêt bi xwe ligor derfet û rewşa xwe têkoşîna xwe bikin…”

Lê PKK bi ya kesekî nake, mixabin. “Serdarî” biryarê digire û yên li ser erdê pê digirin û dikin ala heq. Hinekên bo partiyê daholvan jî dê her her rexneya dihêt kirin wek “hêrîş” û nizanim çi bihesibînin, û dê ji nav mijarê derkevin da ku peyvên xwe yên rotînî, yên wek “dijmin, şehîd, xiyanet, têkoşîn, gel, Kurdistan…” li ba xin. Hinekên bi siyaseta kûr nizanin jî dê dîsa li dahola “yeketiya Kurdan, bratiyê, brakujiyê…” xin ku ji mijara gotarê der in.

Siyaseta Hukûmeta Obama û dawiya wê ya di nav Mij de

Roja duşemê (6/07/2015) serokê amerîkî Barack Obama li Pentagonê bû (wezareta amerîkî ya berxwedanê). Li wir got, şerê Amerîka bi Da’iş re ta vê rojê encamên tevlihev (“mixed results”) bi xwe re hanîne. Got, dawiya Da’işê zû-bi-zû nahêt, çimkî şerê bi wê re şerekî “nifşî” ye (“a generational war”). Va gotina wî hinek ceneralên di teqawîtê de nerazî kirin, her weha neyarên wî yên siyasî û berpirsine Partiya Komariyan. Senator John McCain ji Partiya Komariyan derbarê gotina Obama de got, “Di şer de sernekevtin wateya binkevtinê dide.” Rexne li siyaseta hukûmeta Obama girtin û got, tevî bi hezaran lêdanên firrokî jî erdê li Îraqê nuha di dest Da’işê de ji yê pêş salekê ne kêmtir e, beşekî mezin ji Sûriyayê di dest wê de ye û ew nuha li heft welatan çalakvan e…

Birêz Obama û Partiya Demokratan bi her awayî hewl didine ku qezencekê di şerê li dij Da’iş de bi dest xin, bo piştrast bikin ku ew ne şaş bûn dema hêzên amerîkî rênekirin Sûriyeyê û Îraqê. Ev jî bi hêviya ku Partiya Demokratan di hilbijartinên li dû çend mehan de bi ser keve. Hukûmeta amerîkî ji bo xatirê piştrastkirina ku wê di şerê li dij Da’işê de şaşî nekiriye, heta ji karbidestiya Komara Îslamî ya Îranê re danî û hewl didêye pê re bigihê lihevkirineke derbarê projeya wê ya atomî de. Li milê din, gotinê naxwaze ku hevkariyeke nixamtî di navbera Komara Îslamî û hukûmeta Obama de li Îraqê jî heye. Hinek alî weha bawer in ku ko-ordînasyoneke leşgerî jî di navbera wan de pêkan e hebêt. Guman tê de tune ku pêkan e şêweyeke hevkariya li paş perdeyê, bi beşdariya hukûmeta rûsî, bi recîma sûrî re jî hebe, çimkî firrokên amerîkî hema-hema her roj li ser erdê sûrî ne, bêyî ku recîma sûrî li dij derkeve, wekî ku berê digot.

Rûsistan, Amerîka, Îran, Tirkiye… dikarin barê şaşiyên xwe hilgirin. Heye ku PKK jî rojekê destê xwe ji tirşika aliyê Sûriyeyê berde û li daholeke din xîne, lê Kurdên Sûriyeyê yên ku rola wan bi tevahî di danîna nexşeya siberoja wan de nemaye dikarin bi encama bêtarên din rastî tofanên mezintir bihên. Em hêvî bikin ku weha nebêt û tofanên bi her awayî bihên berbendkirin, lê amanca min bi nivîsandina vê gotarê ew bû ku bi erkê xwe yê mirovahî û neteweyî rabim û raber bikim çi li ser erdê û li paş perdeyan diqewimêye, bi hêviya ku naveroka gotarê sûdmend bêt, çiqa bi xwe, bi encama tecrûbeyên salên par û rewşa nuhayî ya kambax, bi vê hêviyê ne bawer bim jî.

(Şahînê Bekirê Soreklî: 8/07/2015)