Em li Almanya cîranê hev bûn. Li bajarê Bonnê. Min ew berê nas nedikir, lê min navê wî bihistibû.
Li Bonnê, bi zeman re êdî em bûne dostê hev.
Em dihatin cem, em diçûne cem wan, bi malbatî çûn û hatina me çêbû.
Helbestvan bû. Berê ji gelek stranbêjan re helbest û muzîk çêkiribûn. Dinya me nêzîkî hev bû.
Min di dema suhbetan de bêhtir dixwest behsa karê rojnamegerî bikim, wî jî hez dikir behsa helbestan bike û hewl dida helbestan bixwîne.
Min û hevalê xwe Akif (Akif Hasan), me gelek şevbêrkên xwe li cem wî derbas dikirin. Suhbet li mala wî tiştekî din bû, xweşiya wê cudatir bû.
Hinek caran min suhbet nîvco dihîşt û diçûm ser internetê, yan jî min li televîzyonê temaşe dikir. Eger fîlmek heba fîlm, fîlmek neba jî min li talk show temaşe dikir.
Li mala Nezîr, me behsa her tiştî dikir.
Ji her titştî bêhtir suhbetên me li ser siyasetê bûn. Gelek caran ji ber ku nêrînên me ne weke hev bûn, munaqeşeyên me germ dibûn. Akif aciz dibû derdikete balkonê û cixare dikişand.
Me li ser hunerê, li ser karê televîzyonê, li ser rewşa penaberan, li rewşa partiyên Kurdî, li ser rewşa televîzyonên kurdî… heta bi huner û bikaranîna ziman di medyaya kurdî de… suhbetên me dagirtî derbas dibûn.
Akif û wî jî dest bi tawlê dikirin, bi tawlê dilîsitn.
Pêşiyê xweş dest pê dikirin. Her du jî bi kêf diçûne ser tawlê, piştre dema ku mesele cidî dibû, rûyê her duyan dihate guhertin û yekî ji wan dixwest yê din bibe. Agir ji nava çavên wan dibariya.
Dema ku em diçûne mala wî, bi rêve me telefon dikir „tiştek lazime em bi xwe re bînin?“ Gelek caran digot na, lê dîsa jî em diçûme markêtê û me ji bo xwarinê tiştek dibir.
Min carekê nivîsandibû, nizanim tê bîra we yan na. Min gotibû, hinek mal hene, xewa te zû li wan deran tê, rûdinî, rûnanî, xew xwe davêje ser çavên te. Hinek mal jî hene, dema diçî wan deran, têr bî jî birçî dibî.
Em diçûn hundir û me yekser berê xwe dida metbexê. Ez bi xwe çiqas têrbama jî, birçî dibûm. Me yan hêk diqelandin, yan Fûla bi zeyta zeytûnên Efrînê yan jî çay û nan û penêr û zeyt û zeter dixwar.
Li wê derê xwarin gelekî bi min xweş dihat. Dibe ku hûn bawer nakin, li baştirîn resturant, weke wê derê xwarin bi min nexweş nedihat.
Vê carê dema ku hatim Almanya, weke berê dîsa ez û Akif em çûne wê derê, me dîsa rojên xwe yê vegerandin, em çûne wir û weke berê me dîsa bi xwe xwarin çêkir, û pir bi kêf xwar.
Min got, li vê derê xwarin pir bi min xweş tê.
Camêr bû, li mala xwe, nedihîşt kesek dest xwe bi tiştekî bike. Bi xwe xwarina me ya basît û normal amade dikir. Piştre qehweya erebî çêdikir, û me bi hev re li ser maseya wî ya biçûk û xweşik dixwar.
Şûştina firaxan re jî ji min re dima. Şerê min jî ew bû, „firaxan ez dişom, ji şûştina firaxan hez dikim“.
Duh dîsa em li mala Nezîr bûn. Li mala Nezîr, hem şevbêr, hem xwarin çêkirin, hem jî xwarin xwarin xweş e.
Ez behsa Nezîr Palo dikim.
Berî vegerim Hewlêrê, dilê min heye em careke din biçin wir Fûleke Helebê bi Zeyta Efrînê bixun.