Serrûpel Nûçe Salih Mislim sirrê wergirtina çekan eşkere kir

Salih Mislim sirrê wergirtina çekan eşkere kir

Belav bike

Hevserokê PYDê Salih Mislim beşdarî bernama Rojeva Cihanê ya Med Nûçeyê bû û derheqê hevdîtinên li gel nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Sûriyê kirin de agahî dan.

Salih Mislim diyar kir PYD sala 2003yê hatiye damezrandin û partiyekê ya Sûriyê ye û wiha got: “Li gel partiyên kurdan pêwendiyên me hene. Di nav partiyan de YNK, PDK û PKK jî heye. Herwiha ev yek helwesteke normal e. Pêwendiyên me bi HDP û PJAKê re jî hene.”

Mislim derbarê çek û cebilxaneyên 20ê Cotmeha 2014yê ji aliyê balafirên hevpeymaniyê ve li Kobanî bo YPGê hatîn avêtin de jî wiha got:

“Dibe ku kes nezane, lê çekên bi rêya balafirên hevpeymaniyê gihîştin Kobanî yên YNKê bûn û pereyê wan çek û cebilxaneyan YNKê dabû. Lê hûn rabin me bi tenê PKKê ve girê bidin, armancek we ya din heye.”

Herwiha Mislim derheqê êrişa 25ê Hezîranê ya Kobanî de jî wiha got: “Li pişt wê êrişê tiliya Tirkiyeyê heye. Ev yek dibe ku ji aliyê polîtîk be, dibe ku bi awayekî cuda be. Lê belê êriş di ser Tirkiyeyê re hat kirin, cebilxane ji Tirkiyeyê hatin derbaskirin.”

Di beşek din a axaftina xwe de Mislim detnîşan kir ew naxwazin sînorên Sûriyeyê biguherînin û wiha domand:

 

“Em dixwazin bi cîranê xwe Tirkiyeyê re têkiliyeke baş ava bikin. Ev ji bo me girîng e, ji ber ku li aliyê din ê sînor xizmên me hene. Di dema êrîşên li hemberî Kobanê de gel neçû kampan, çû cem xizmên xwe. Di navbera me de mafên ji ber xizmtiyê heye. Ji ber vê yekê mafê, ewlekariya vî sînorê beriya her kesî pirsgirêka me ye.”