Serrûpel Nûçe Meşa ji bo Ocalan 1 tebaxê dest pê dike

Meşa ji bo Ocalan 1 tebaxê dest pê dike

Belav bike

Starta meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn. TUHAD-FED’ê diyar kir ku ew ê 1’ê Tebaxê bi dirûşma, “Bi sedhezaran em ji bo azadiya Rêbertî dimeşîn” ji Amedê ber bi Gemlîkê ve bimeşin.

Di pêşengiya TUHAD-FED’ê de 1’ê Tebaxê bi dirûşmeya “Bi sedhezaran em ji bo azadiya Rêbertî  dimeşin” ji Amedê ber bi Gemlîkê wê meşek bê lidarxistin. Têkildarî meşa bi daxwaza azadiya Ocalan li avahiya Federasyona Piştevaniya Hiqûqê ya bi malbatên Girtî û hikûmxwaran re (TUHAD-FED)’ê hevserokên federasyonê Bahar Oktay û Mehmet Temîzoz daxuyanî dan. Axaftvanan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji sala 1999’an ve.

‘AZADIYA OCALAN WÊ JI GELAN RE BIBE BERSIV’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li hember pêvajoya çareseriyê û çareseriya demokratîk a Ocalan sala 2013’an da destpêkirin, helwesta hikûmetê xwe wek şer nîşan daye û wiha hat gotin: “Êdî em wek gelan û bi taybet gelê Kurd ji ber em wer difikirin ku êdî ne tecrîda li ser Rêbertî tenê azadiya wî dikare ji gelan re bibe bersiv, 1’ê Tebaxe bi tevlîbûna sedhezaran wê meşa me ya ber bi Gemlîkê ve pêk bê.” Hevserokan tevayî gel dawetî meşa azadiyê ya mezin kirin. ANF